'Nexweşên giran bi rîngan dibin nexweşxaneyan'

  • 09:07 24 Mijdar 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
STENBOL - Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê Hatîce Onaran, diyar kir ku niha li girtîgehan hezar û 600 girtiyên nexweş hene û got: "Girtiyên nexweş ên giran bi rîngan dibin nexweşxaneyan. Mafên wan ên tenduristî û jiyanê tê binpêkirin. Em bang li malbatan dikin ku derbarê rewşa girtiyan de serî li komeleyê bidin." 
 
Li Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe. Bi pandemiyê re rewşa girtiyên nexweş her roja ku derbas dibe dikeve xetereyê. Her wiha şert û mercên tedawiyê kêm in û mafên girtiyan a tenduristiyê tên îhlalkirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Hatîce Onaran derbarê rewşa girtiyên nexweş û xetereyên virûsa koronayê ya li girtîgehan de ji ajansa me re axivî. 
 
‘Hezar û 600 girtiyên nexweş hene' 
 
Hatîce, destnîşan kir ku li gorî rapora sala 2019’an 300 hezar girtî niha li Tirkiyeyê heye û got: "Di nava 300 hezar girtiyan de 11 hezar girtiyên jin hene. Bi pandemiyê re 100 hezar girtî bi Qanûna Înfazê serbest hatin berdan. Girtinên demên dawiyê dîsa gihaştin heman hejmarê. Komeleya me lîsteya girtiyên nexweş derxist. Li gorî lîsteya me di sala 2019’an heta meha adarê hezar û 600 girtî nexweş in. 602 girtî jî rewşa wan giran e. Divê her dim tedawî û kontrola wan bên kirin. Her wiha divê rewşa girtiyên din jî neyê piştguhkirin."
 
'41 girtiyên nexweş hene' 
 
Hatîce, diyar kir ku li Herêma Marmarayê 18 girtî hene ku rewşa wan a tenduristiyê giran e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Herêma Marmarayê 41 girtiyên nexweş hene. Fatma Tokmak, Sureyya û Zelîha Bulut, Dîren Yaşa, Mesûde Pehlîvan, Fatma û Gulser Ozbay, Dîcle Bozan, Pinar Tîkît, Fatma Guler, Mulkiye Kesmez, Fadîk Adiyaman, Lamia Aso, Saîme Afşîn, Songul Aydin, Hazine Alçi rewşa wan giran e."
 
Li hemberî girtiyên biyanî êrîşên nîjadî
 
Hatîce, di axaftina xwe de bal kişand girtiyên biyanî û da zanîn ku ji ber ku ziman nizanin nikarin xwe îfade bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber pirsgirêka ziman nikarin xwe îfade bikin. Her wiha li girtîgehan tercuman nîne ku girtî têkiliyan daynîn. Derbarê mijarê de hewldanên me û serlêdanên me pêk hatin lê belê heta niha tu bersivek nehat dayîn. Dîsa li hemberî girtiyên biyanî nêzikatiyên nîjadî tên pêşxistin."
 
'Mafê girtiyan tê binpêkirin'
 
Hatîce, bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûye. Dema muaneyê kelepçeya ters tê ferzkirin û nexweşên giran bi rîngan dibin nexweşxaneyê. Ji ber pandemiyê jî gelek girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê. Dermanên ku divê her tim bikarbînin nayên dayîn. Ji ber pandemiyê girtî nikarin hev bibînin. Mafê telefonê tê astengkirin. Radyo û weşanên nivîskî nayên dayîn. Koliyên ku ji girtiyan re tên şandin nayê dayîn. Bi taybetî li hemberî girtiyên siyasî nêzîkatiyên nîjadî tên pêşxistin. Ji hêla rayedarên girtîgehê ve tên tehdîtkirin."
 
'Rewşa girtiyên jin bêtir xeter e' 
 
Hatice, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên jin û wiha axivî: "Hemû girtîgehên Tirkiyeyê li gorî mêran hatiye avakirin. Ji bo jinê nehatine organîzekirin. Ranzayên heyî, tezgehên heyî ne li gorî jinan hatiye amadekirin. Her wiha li hemberî jinan jî nêzîkatiyên nebaş hene. Li Gebzeyê piştî lêgerîna gardiyanan leşker jî tên lêgerînê dikin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Dema lêgerînê de jî girtî bi şîdetê re rûbirû dimînin. Ji ber nêzikatiyan gelek girtiyên jin naxwazin biçin nexweşxaneyê û piştre rayedar dibêjin 'girtî bi daxwaza xwe neçû nexweşxaneyê'. Her wiha pirsgirêka herî girîng jî nexweşiyên jinan e û li revîra nexweşxaneyê cihê ku muayeneya jinan bê kirin nîne."
 
'Divê malbat serî li komaleyê bidin' 
 
Hatîce, daxuyand ku bi îlankirina pandemiyê re li nexweşxaneyan tu tedbîr nehatin girtin û wiha mijar şirove kir: "Girtiyên ku bi virûsê jiyana xwe ji dest dane hene. Maske nadin girtiyan. 2 mehan heman maskeyan bikartînin. Nikarin bi pereyên xwe amûrên paqijiyê bigirin. Li hin girtîgehan tenê heftê carekî di îskanê de klorin didin girtiyan. Ev jî têra paqijiyê nake. Hevdîtina bi malbatan re tê astengkirin bi hinceta vîrûsê. Gelek odeyên girtîgehan ji bo odeyên karantînayê hatin valakirin. Ji ber vê sedemê jî niha hejmara girtiyan li odeyekî gelek zêde ye. Divê odeyên qelebalix bên valakirin. Em wekî ÎHD'ê li benda xizmên girtiyan e ku serî li komeleyê bidin."