'Ji bo ku ji zihniyeta baviksalarî xelas bibim min berê xwe da Jinwarê'

  • 09:06 24 Mijdar 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Şêrîn Silêmanî teqez kir ku avabûna Gundê Jinwarê ya di 25'ê Mijdarê de bi xwe bersiva herî mezin a li dijî tundiya li ser jinê ye û got: "Jinwar ji bo parastina mafê jinê mînakek dîtbar e."
 
Di 25'ê mijdara 2018’an de Gundê Jinwarê li dijî tundî û newekheviyê, hate avakirin. Deriyê Jinwarê ji tevahî jinên pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê vekirî ye û bi dehan jin lê dijîn. Yek ji wan jinan jî Şêrîn Silêmanî ya 41 salî ye û ji Başûrê Kurdistanê ye. Şêrîn di derbarê jiyana gundê Jinwarê de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Gundê Jinwarê gundê jiyanê ye'
 
Şêrînê di destpêka gotina xwe de jiyana xwe ya berî were Gundê Jinwarê wiha parve kir: "Civak bi kevneşopiyên xwe û bi riya hişmendiya baviksalarî jinê tune dike. Her wiha ev kevneşopiyên civakê hemû cureyên tundiyê li ser jinê dide meşandin. Ez weke jinekê dema li mala xwe bûm, ji mafê xwe yê jiyanî mehrûm bûm û mafê min a anîna ziman a fikir û ramanê min tune bû. Ez weke makineyekê di wê malê de dixebîtim. Min her pirs dikir 'çima ev neheqî li ser me jinan dihat ferzkirin?' Ji bo wê min serî rakir û  xwest ji zihniyeta baviksalarî ya ku her dem jinê sûcdar dikir xilas bibim."
 
'Ji bo ji zihniyeta baviksalarî xelas bibim min berê xwe da Jinwarê'
 
Şêrînê diyar kir ku wê Gundê Jinwarê li ser tevna civakê nas kiriye û wiha pê de çû: "Li ser tevna civakî min bihîst ku gundekî jinê hatiye avakirin. Di wî gundî de jin dikare bi serfirazî, durî zihniyeta baviksalarî bijî. Her wiha ew gund bi destên jinê hatiye avakirin û jin wê bi keda xwe bijî. Ji bo wê gelek bala min kişand û min digot xilasbûyina min Gundê Jinwarê ye. Bi hezkirin û xwestekek mezin ez hatim Gundê Jinwarê yê jiyanê diafirîne. Ji bo ji zihniyeta baviksalarî xelas bibim min berê xwe da Jinwarê. Di vî gundî de min xwe nas kir û jiyaneke nû ava kir."
 
'Jiyana herî xweş û bi wate li Gundê Jinwarê ye'
 
Şêrînê bal kişand ser jiyana gund û pêşketina xwe ya kesayetî û wiha got: "Dema ez hatim gund jiyanek nû ji bo min dest pê kir. Jiyana Gundê Jinwarê jiyanek azad e û jin xwe bi xwe bi rê ve dibe. Li vê derê hemû jin rêxistinkirî ne û parastina xwe ew bi xwe dikin. Di gava yekem de min xwe perwerde kir. Min xwe û dîroka xwe nas kir û li gor wê bi jinên gund re tev geriyam. Xweşbûna Gundê Jinwarê ew e ku hemû jin ji hev hez dikin û bi rihekî komînal alikariya hev dikin û debara jiyana xwe dikin. Di vî gundî de min rihê berpirsiyariyê nas kir. Em hemû jin bi hev re karê aborî, kedîkirina lawiran, çêkirina dermanên xwezayî dikin. Jiyana herî xweş û bi wate di Gundê Jinwarê de ye."
 
'Avakirina gundekî taybet a bi jinê re cihê şanaziyê ye'
 
Şêrînê herî dawî da zanîn ku bi saya fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û berxwedana şervanên YPJ'ê gundekî taybet ji bo jinê hate avakirin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Şoreşa Rojava xwedî mîrateyeke pîroz e. Di vê şoreşê de bi hezaran jin hatin rizgarkirin û heta roja îro jî li hember cureyên tundiyê têkoşîn dikin.Avakirina gund a di vê rojê de bi xwe bersiva herî mezin a li dijî tundiya li ser jinê  ye. Banga min ji bo tevahî jinan ew e ku li hember cureyên tundiyê bêdeng nemînin, ji mafê xwe yê xwezayî mehrûm nemînin û xwe ji koletî û desthilatdariyê azad bikin."