Jinên ereb: Em bi pêy mafê xwe ketin

  • 09:05 24 Mijdar 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Jinên ereb ên ku cihê xwe di nava saziyên rêveberiya xweser de digirin derbarê 25’Mijdarê de gotin: "Ger em jinên li ser vê erdnîgariyê dijîn xwe bi hêz bikin û em ê bikarin bandorê li hemû jinên li her devera cîhanê rastî tundiyê tên bikin. Ji ber wê jî hewceye em jin tekoşîna xwe bilindtir bikin û dev ji xweperwerdekirinê bernedin. Jin çiqas perwerdekirî be dê zûtir mafê xwe bi dest bixe." 
 
Bi êrîşên DAIŞ'ê û piştre jî yên dewleta tirk a li ser axa Bakur û Rojhilatî Sûriyê bêtir jin mexdûr bûn. Jinên ku li hemberî şer, zor, zehmetî, şîdet, taciz, tecawiz û êrişan li ber xwe da û îro jî berxwedana xwe didomînin. Jinan bi rêxistinbûna xwe hewl didin ku li herêmê jiyanek nû bidin avakirin. Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinan, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bername û çalakiyên xwe bal dikişinin ser şîdeta li hemberî jinê. Jinên ereb ên li Mekteba Jinan a Meclîsa Sûriyeya Demoratîk (MSD) de cih digirin derbarê rewşa jinan a piştî şoreşê, şîdeta li hemberî jinê û têkoşîna jinan de ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman. 
 
‘Jinên kurd pêşentî ji jinên ereb re kir’
 
Ji Rêveberiya Mekteba Jinan a MSD’ê Nedila Hemze bal kişand ser jiyana jinên ereb a beriya şoreşê û piştî şoreşê û wiha got: “Jinên ereb beriya şoreşê pir zehmetî di her aliyê jiyanê de dikişand. Pir sedem jî hebûn li pêşiya wê dibû asteng ku xwe bi pêşbixe, yek jê jî toreyên civakîbûn ku hişt jin di nava tirsê de bijî û were sînordarkirin. Çi jinê xwendevan be çi nexwende be hemû yek bûn û ji mafê xwe bê par diman. Piştî derketina Şoreşa Rojava ya ku jina kurd pêşentiya wê kir, em jinên ereb re jî rê vekir. Jin êdî bû xwedî îrade û hêz. Em dikarin xwe bi xwe rêve bibin û dengek me di civakê de hebe ku sînorê kevneşopiyên civaki yên li pêşiya me asteng jî şikand û êdî em bûn xwedî rolek bîngehîn di hundir civaka xwe de. Em li pey lêgerîna mafê xwe ketin û hîna jî lêgerîna me didome. Di saziyên rêveberiya xweser de bi destekdayîna jina ku ji jinên ereb re karî bû cihê xwe di qadekî çi siyasî, leşgerî û aborî de bigire. Jinên ereb ên ku di malê de kar nakin jî para xwe ji van deskeftiyan digire. Bi rêya tevlîbûna wan ji perwerde û komcivînên li gel jinan tên çêkirin hêz û bawariyekê dide ku xwe bidin îsbatkirin di her qadên civakê de. Dikarin bi rihetî mafê xwe di nava civaka xwe de xwedî maf bin.”
 
‘Roja 25’ê Mijdarê divê hemû jin li kolana bin’
 
Nedila bal kişand li ser roja 25’ê Mjidarê û banga derketina kolanan li jinan kir û wiha domand: "Li hemû deverên cîhanê jin bi tundiya weke zayendî, giyanî, malbatî û aborî re rûbirû dimînin. Şîdeta civakê jî li ser jinê heye. Çaraseriya wê jî bi xwe bi hêz kirina jinê ve girêdayiye. Ger em jinên li ser vê erdnîgariyê dijîn xwe bi hêz bikin û em ê bikarin bandorê li hemû jinên li her devera cîhanê rastî tundiyê tên bikin. Ji ber wê jî hewceye em jin tekoşîna xwe bilindtir bikin û dev ji xwe perwerdekirinê bernedin. Jin çiqas perwerdekirî be dê zû mafê xwe bi destbixe. Divê hemû jinên cîhanê roja 25’ê Mijdarê derkevin qadan û banga mafê xwe bikin û tundiya li ser jinê tê meşadin red bikin.”  
 
‘Bi xweperwerdekirinê dê şîdet were şikandin’ 
 
Endama Mekteba Jinan a MSD’ê Fawziyê Abd Alhanan jî di derbarê zoriyên jinan beriya şoreşê dikişandin de nirxandin kir û wiha axivî: “Beriya şoreşê jin gelek bi tundiyê re rû bi rû dima, bi taybetî jinên ereb gelek di aliyê toreyên civakî de rastî zehmetiyan dihatin. Weke jin  tenê ji bo xizmeta malê, hevjîn û zarokên xwe ye, ji bilî wê divê tu hizrandinê wê tune be. Dema ku jinên ereb xwendina xwe bi dawî bikira mafê wê ku kar bike bi bawarnmeya xwe tune bû, ew bawarnemeya xwe di malê de radikir û fayde jê nedidît. Piştî ewqas sal xwendin û westandin bê sûd bû. Bi nav jin bû lê di rastiyê de gelek mafê wê hatibû windakirin. Mafê wê tune bû ku biryarekê bi xwe di derbarê jiyana xwe de bigire. Ji milê bav, bira, hevjîn, ap û yên dinê de jin gelek bê maf bûn. Lê niha em dikarin bêjin ku jinê karîbû hinek xwedî maf be û bi vîna xwe kar bike. Ew jî bi saya rêveberiya xweser bi riya perwerdekirina jinan zanabûnek hat çêkirin. Her jinek jî dema ku di perwerdeyan re derbas dibe ev bar dixe ser milê xwe ku xwe bigihîne her jienk ku şidet li ser wê tê meşandin û ew were azadkirin. Di serî de banga min ji jinên ereb û her jinekê re heye ku xwedî biriyar be, tevlî saziyên rêveberiya xweser bibin, xwe zane û bi pêşbixin.”