Jinên TJA’yî yên Şirnexê: Ji bo jiyanek azad pêwîstî bi rêxistinbûnê heye

  • 09:04 24 Mijdar 2020
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Aktîvîstên TJA'yê yên Şirnexê bi minasebeta 25'ê mijdarê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Ji ber polîtîkayên bêcezabûnê êrîşên li hemberî jinê zêde dibin. Lê jin dê bi têkoşîn û rêxistinbûna xwe li hemberî pergala mêr serî radikin û hesabê jinên ku hatî kuştin dê ji pergalê bipirsin." 
 
Kuştin, tecawiz, taciz û êrişa li hemberî jinê her tim bû pirsgirêka sereke ji bo jinên têkoşer. Jin hem bi sazî û hem jî bi rêxistinên xwe hewl didin ku êdî jinek din jî neyê kuştin an jî bi şîdetê re rûbirû neyê hiştin. Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê re jî jin bêtir daxwazên xwe tînin ziman û bi yek dengî li dijî pergala serdest a mêr berê xwe didin qadan. Kampanyaya "Em xwe diparêzin" ya ku ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) yê hatî destpêkirin bi çalakiyên cuda didomin. Di çarçoveya kampanyayê de jinên Şirnexê amadekariya pêşwaziya 25'ê Mijdarê dikin. Derbarê mijarê de aktîvîsten TJA'yê yên Şirnexê nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
‘Tundî aliyê îqtîdarê ve tê meşrû kirin 
 
Aktîvîsta TJA û endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê Besê Cevîz, destnîşan kir ku ev çend salên dawiyê de tundiya li dijî jinê ji aliyê mêr û dewletê ve zêde bûye û got: “Li hember tundî û komkujiya li dijî jinê em wek TJA me starta xwe ya 25’ê Mijdarê demên derbasbûyî dabû. Li dijî komkujiya li dijî jinê bi dawî bibe em li kolan û taxan dengê xwe bilind dikin û têdikoşin. Bi sala ne li dijî jinê tundî û komkijî pêk tê û îktîdar heta niha ji bo ev pirsgirêk bê çareser kirin tu gav neavêtiye. Tundiya li dijî jinê ji aliyê îktîdarê ve tê meşrûkirin. Îktîdar Peymana Stenbolê dixwaze ji holê rake. Ger ku ev Peymana Stenbolê bihata pratîzekirin dibe ku tundiya li dijî jinê kêm bûya. Her wiha komkujî û tundiya li dijî jinê bi taybetî jî ji ber polîtîqayên bêcezabûnê zêde bûye." 
 
‘Em li hemberî pergala mêr serî radikin' 
 
Besê, diyar kir ku li hember êrîşên li dijî jinê divê hemû jinên cîhanê bibin yek û wiha domand: “Li hember polîtîkayên bê cezabûnê divê em dengê xwe bilind bikin. Ev polîtîkayên bê cezabûnê qebûl nakin. Efûya komkujî, tacîz û tecawizê nayê qebûl kirin. Me tundiya li dijî jinê tu carî qebûl nekir û em ê qebûl nekin jî. Em dixwazin Peymana Stenbolê bê pratîzekirin. Ger ev peyman di serî de madeyên wê bihata pêk anîn dê ev qas kuştina jinê zêde nebûya. Îktîdar kuştina jinê piştgûh dike. Mafê jinê jî heye ku li her qada jiyanê dengê xwe bilind bike. Em jin jiyanek azad û wekhev dixwazin. Ji ber wê jî divê em jin xwe bi rêxistin bikin û xwe biparêzin. Xwesteka me jiyanek azad e. Banga me ji hemû jinên cîhanê re heye ku roja 25’ê Mijdarê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Ne bi tenê 25’ê Mijdarê em ê her roj li qadan bin û li ber xwe bidin. Em jin dest didin destên hevdû û ji pergala mêr re dibêijin na. Em li hember pergala mêr û dewletê serî radikin.”
 
‘Em ê hesabê jinên ku hatine qetilkirin ji pergala mêr bipirsin’
 
Aktîvîsta TJA’yê û endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê Garîbe Bîlîr, destnîşan kir ku ji ber polîtîqayên bê cezabûnê komkujî û tundiya li hemberî jinê zêde bûye û got: "Em ê di 25’ê Mijdarê de li Şirnexê li dijî tacîz, tecawiz, tundî û komkujiyê em meşekî li dar bixin. Em tu carî tundiya li hemberî jinê qebûl nakin. Ne bi tenê di 25’ê Mijdarê de her wiha her roj li dijî taciz, tecawiz û komkujiyê li qadan bin. Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe li hember tundiya li hemberî jinê bisekinin. Em jin li hember tundiya li dijî jinê tu carî bêdeng nabînin. Ji ber polîtîqayên bêcezabûnê komkujî û zextên li dijî jinê zêde dike. Sûcdarên ku jinê qetil dike divê bên ceza kirin. Ger ku bên cezakirin dê komkujiya li dijî jinê jî kêm bibe. Lê ji ber ku îktîdar kiryaran ceza nake û mêr ji vê hêzê digirin. Heta kiryar neyên ceza kirin em ê nesekinin. Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe van êrîşan bidin sekinandin. Em ê hesabê jinên ku hatine qetilkirin ji pergala mêr bipirsin.” 
 
‘Em xwe biparêzin’
 
Garîbe, bal kişand ser Peymana Stenbolê û  got ji bo komkujiya li dijî jinê bisekine divê Peymana Stenbolê bixin meriyetê û wiha axivî: “Em jin ger ku bibin yek em ê bikaribin êrîşa li dijî jinê bidin sekinandin. Xwesteka me ew e ku jiyanek azad û sekinandina êrîşa li dijî jinê ye. Di 25’ê Mijdarê de em hemû rabin ser xwe. Em dest dirêjiya li dijî jinê qebûl nekin. Em ne bi tenê di 25’ê Mijdarê de her roj xwedî li hevdû derkevin û li qadan bin. Em xwe biparêzin. Ji bo jiyanek azad pêwîstî bi rêxistinbûnê heye.”