Remziye Mihemed: Li dijî tundiyê divê jin û mêr bên perwerdekirin

  • 09:03 24 Mijdar 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Remziye Mihemed, diyar kir ku ji bo civakek azad û demokratîk ava bikin dest bi perwerdekirina civakê kirine û got: "Di van salên dawiyê de me gelek perwerde û semîner li ser tundiyê li dar xist. Em çiqas jinan perwerde bikin jî divê em ewqas jî mêran perwerde bikin ku em bikarin civakek azad û demokratîk ava bikin."
 
Îro bi hezaran jin xwedî li mîrasa her sê xwîşkên Mîrabalan derdikevin. Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê jinan amadekariya derketina li qadan dikin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jin nasname, hebûn, îrade, rol û mîsyona xwe ji bo avakirina civakek azad mayinde kir. Li hember her cure tundî û desthilatdarî têşîna xwe mezin kir. Têkîldarî mijarê berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Remziye Mihemed nêrîna xwe parve kir. 
 
'Divê em weke rêxistina jinê kiryarên li ser jinê têşhir bikin'
 
Remziye di destpêka gotina xwe de 25'ê Mijdarê şîrove kir û wiha got: "Em weke Rêxistina Kongreya Star, tenê bi rojekê dest nagirin têkoşînê û xebatê me her roj li ser esasê rakirina tundiya li ser jinê ye û her roj têkoşînek rast tê meşandin. Li rojavayê Kurdistanê, dema şer rû dide, ango dijmin êrîş dike yekem jinê hedef digire. Ev nêzî sê sal in dewleta tirk kiryarên xwe li Efrînê li ser jinê dimeşîne û li Efrînê jin tên revandin, qetîlkirin, tecawizkirin û di zîndanan de tên hiştin. Divê em weke rêxistina jinê van kiryarana teşhîr bikin û dengê xwe bilind bikin. Divê em jinan di aliyê civakî, aborî, siyasî û leşkerî de bi rêxistin bikin da ku jin bikaribe vê tundiyê red bike û rola xwe di nava malbat û civakê bileyîze."
 
'Bi têkoşîna jinan dê dawî li tundiyê were'
 
Remziye bal kişand ser cureyên tundiyê û têkoşîna  li beramberî tundiyê û wiha domand: "Tundiya herî giran li ser jinê tê meşandin yek ji wan jin ne xwedî biryar û îrade be. Gelek cureyên tundiyê hene ji wan aborî, lêdan, tenduristî û derûniye. Di roja me ya îro de di aliyê derûnî de jin gelek bi tundiyê re rûbirû dimînin û piraniya wan ne di ferqê de ne. Her wiha dema jin di civakê de nêrîna xwe bide, mêr li pêşiya wê digire û di wê demê de gelek bandoriyên neyênî li ser derûniya jinê çêdibe.  Tundiya ku tê meşandin encax jin dikarê dawiya wê bîne. Dema ku jin di aliyê zanistî de li hember pergala desthilatdar a mêr têkoşînek bimeşîne û rêxistinbûna xwe xurt bike wê dawî li tundiyê were. Ji bo wê divê em her du zayendan jî perwerde bikin da ku dawî li tundiyê were. Ger edalet û wekhevî di navbera her du zayendan de hebe wê tundiya ku heyî jî ji holê rabe. "
 
'Divê em her du zayend bên perwerdekirin 
 
Remziye di dewama gotina xwe de diyar kir ku ew ji bo civakek azad û demokratîk ava bikin dest bi perwerdekirina civakê kirine û wiha dirêjî da gotina xwe:"Elbet perwerde ji bo avakirina civakek azad, wekhev û edaletê tişta herî bingehîn e. Di van salên dawî de me gelek perwerde û semîner li ser tundiyê daye. Her wiha di van perwerdeyan de me balkişand ser rakirina tundiyê, avakirina rêxistinan û avakirina jiyanek hevbeş di navbera jin û mêr de. Em çiqas jinan perwerde bikin, divê em ewqas mêran jî perwerde bikin. Ji ber mêr di bin destê dewlet û desthilatdariya baviksalarî de hatiye perwerde kirin. Niha jî me weke rêxistina jinê dest bi perwerde kirina civakê kiriye da ku em bikaribin civakek azad û demokratîk ava bikin."
 
'Di 25'ê Mijdarê de meşekê girseyî were li dar xistin'
 
Remziye herî dawî balkişand ser rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Her sal bi nêzîbûna roja 25'ê Mijdarê pêngavên li hember tundiyê tên plankirin. Me jî weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re çalakiyên ji bo vê rojê amade kirine û niha pêk tên. Ev çalakiyana jî yekbûna jinan li hember tundiyê raber dike. Em jî weke Kongreya Star tevlî Înîsiyatîfa jinê ya Rojhilata Navîn bûn û heta niha jî ev çalakî didome. Divê em hemû jinên cîhanê li hember tundiyê rabin ser piyan û helwestên xwe bi awayekê zelal raber bikin û têkoşîna xwe ya rêxistinbûyinê xurtir û mezintir bikin. Me pêngava xwe di 10'ê Mijdarê de bi daxuyaniyekê ragihandin. Di nava rêzeçalakiyan de gelek panel hatin lidarxistin. Her wiha ji ber vîrûsa korona gelek çalakiyên me bi rêya zoomê tên lidarxistin. Girêdayî wê gelek semîner ji bo vê rojê jin û mêran re hate dayîn. Edaleta jin dosyayek girêdayî tundiyê amade dikin wê dema pêş ragihînin. Her wiha ji bo roja 25'ê Mijdarê amadekariya meşek girseyî tê kirin.