Leyla Daghan: Têkoşîn parçeyek ji jiyana min bû

  • 09:01 24 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Leyla Daghan wekî bi hezaran jinên din ji ber feraset û hişmendiya civak û malbatê bi salan ji şîdeta heyî re serî tewand. Lê dayika 5 zarokan Leyla piştî 23 salan jiyana xwe guherand û got: “Êdî têkoşîn parçeyek ji jiyana min bû.”
 
Li Tirkiyeyê her ku diçe kuştin û şîdeta li hemberî jinê zêde dibe. Li gorî rapora dawiyê ya Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestinîn (KCDP) di meha cotmehê de 21 jin hatin kuştin û her wiha mirina 8 jinan jî bi guman e. Jinên ku li Tirkiyeyê bê parastin tên hiştin bi mirin û şîdetê re rûbirû dimînin. Ligel vê jî tabloyek din heye û gelek jin li dijî kuştin û şîdetê bi serê xwe têdikoşîn û dawî li şîdetê tînin. Yek jî wan Leyla Daghan e.
 
Leyla li Rêzana Amedê dijî û dayika 5 zarokan e. Leyla 23 salan bi şîdetê re rûbirû ma û herî dawiyê li dijî feraset û hişmendiya civakî û malbatî biryarek girt û ji bo xwe rêya jiyanek nû bijart. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û di heman demê de jî rêvebera Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rêzana Amedê Leyla Daghan bi hewldan û têkoşîna xwe gelek jinan re bû mînak. Leyla ji ajansa me re behsa têkoşîna jiyana xwe kir.
 
‘Min zewacê wek xelasî dît’
 
Di jiyana Leylayê de her tim şîdet û pevçûn hebû û Leyla ji bo rizgariyê rêya zewacê hilbijart. Ji ber vê jî bi kurê meta xwe re zewicî. Leyla wiha behsa rewşa xwe ya malbat û zewacê kir: “Di nav malbata min de her tim pevçûn û şer hebû ji ber vê yekê min zewacê wek xelasî dît. Ez wê çaxê 16 salî bûm, min dibistana seretayî temam kir. Piştî ku min dibistan qedan ez bi kûrê meta xwe yê ku 11 salan ji min mezintir bû re zewicim. Em tu carî nebûn hevjînên hevdû. Ez li malê wekî kesa duyem bûm û diyaloga me qet tune bû. Ji bo min zewac xelasî bû lê piştî 2 mehan di nava malê de şîdet dest pê kir. Êdî min dizanî ku ez ji ber zîpikê ber bi tofanê ve reviyame.”
 
‘Malbat ji ber xizmatiyê nehiştin ez veqetim’
 
Leylayê ku bi şîdetê re rûbirû dima dixwest veqete lê ji ber nêzîkatiya malbatê paşve gav davêt û wiha axaftina xwe domand: “Dema ez bi şîdetê re rûbirû mam min berê xwe dida mala dê û bavê xwe. Min ji malbata xwe re digot ez ê jê veqetim lê wan jî her tim xatirê xizmatiyê didan pêş. Ji ber vê ji ez dişandim malê. Ji ber ku em xizmên hev bûn rêya veqetandinê her tim li min digirtin. Dema ez jê veqetiyam malbata min salekî bi min re neaxivî. Min her tiştî dabû ber çavê xwe û êdî min biryar girtibû.”
 
‘Min deriyên qadên jiyanê bi mifteya xwe li xwe vekir’
 
Leylayê 6 sal beriya niha biryara xwe ya veqetandinê xist meriyetê û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Min hêz ji têkoşîna jinan girt û ez veqetiyam. Min xwest ez berê xwe bidim jiyaneke azad. Dema ez jê veqetiyam wek ku barek giran ji ser min rabe û wek çûkek min xwe azad hîs kir. Min deriyên qadên jiyanê bi mifteya xwe vekir û jiyanek nû li pêşiya min bû.  Min xwest bi awayekî çalak vê jiyanê bijîm. Ji bo vê jî min dest bi kursa zimanê kurdû û kompîturê kir. Êdî ji xeynî karê malê mijûliyên min ên din jî hebûn.”
 
‘Têkoşîna jinê pêşiya nasnameya jinê vedike’
 
Leylayê wiha behsa destpêka serpêhatiya xwe ya xebatan kir: “Gelek caran xebatkarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dihatin ber derî. Kesên dihatin gelek bi bandor bûn û dixwastin ez jî tevlî xebatan bibim. Lê ji ber ku ez vê demê zewicandibûm min nedikarî ez rihetî kar bikim. Lê dîsa jî li gel hemû astengiyan min dest bi kar kir. Lê dema ez derdiketim derve wî ez dişopandim.  Dema ez êvarê dihatim malê şîdet dest pê dikir. Lê min di têkoşînê de israr dikir. Li hemberî şîdeta wî, min têkoşîna xwe mezin kir. Ji ber ku têkoşîn parçeyek ji jiyana min bû. Têkoşîna min pêşiya nasnameya min vedikir. Her wiha li tax û kolanan beşdarî xebatan bûm û jinên ku wek min bi şîdetê re rûbirû dihatin min li wan guhdar dikir. Min dixwest ji wan re bibim bersiv.”
 
‘Jin dikare her tiştî bike’
 
Leyla di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Beriya ku jin biryara zewacê bigrin divê baş bifikirin. Zewac ne çareserî ye. Divê jin li hemberî şîdetê bêdeng nemînin. Bila di nav 4 dîwaran de asê nemînin. Heke jin biryar bide, bawer bike û dest pê bike dikare her tiştî bike.”
 
Dê bidome….