ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2020'Î

  • 09:00 24 Mijdar 2020
  • Rojev
*Leyla Daghan wekî bi hezaran jinên din ji ber feraset û hişmendiya civak û malbatê bi salan ji şîdeta heyî re serî tewand. Lê dayika 5 zarokan Leyla piştî 23 salan jiyana xwe guherand û got: “Êdî têkoşîn parçeyek ji jiyana min bû.” BI DÎMEN 
 
* Herçend netew-dewlet û mêrê serdest jinên têkoşer û şervanên jin bike hedef jî, jin ji berxwedan û têkoşînê paşve gav navêjin. Li tevayî cîhan û Rojhilata Navîn şoreş û serhildan bi pêşengiya jinan dimeşe. Di her kuştina jinekê de bi deh hezaran jin dibin yek û serî radikin.  DOSYA 
 
*Berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Remziye Mihemed, diyar kir ku ji bo civakek azad û demokratîk ava bikin dest bi perwerdekirina civakê kirine û got: "Di van salên dawiyê de me gelek perwerde û semîner li ser tundiyê li dar xist. Em çiqas jinan perwerde bikin jî divê em ewqas jî mêran perwerde bikin ku em bikarin civakek azad û demokratîk ava bikin." BI DÎMEN 
 
*Aktîvîstên TJA'yê yên Şirnexê bi minasebeta 25'ê mijdarê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Ji ber polîtîkayên bêcezabûnê êrîşên li hemberî jinê zêde dibin. Lê jin dê bi têkoşîn û rêxistinbûna xwe li hemberî pergala mêr serî radikin û hesabê jinên ku hatî kuştin dê ji pergalê bipirsin." BI DÎMEN
 
*Jinên ereb ên ku cihê xwe di nava saziyên rêveberiya xweser de digirin derbarê 25’Mijdarê de gotin: "Ger em jinên li ser vê erdnîgariyê dijîn xwe bi hêz bikin û em ê bikarin bandorê li hemû jinên li her devera cîhanê rastî tundiyê tên bikin. Ji ber wê jî hewceye em jin tekoşîna xwe bilindtir bikin û dev ji xweperwerdekirinê bernedin. Jin çiqas perwerdekirî be dê zûtir mafê xwe bi dest bixe." BI DÎMEN 
 
* Şêrîn Silêmanî teqez kir ku avabûna Gundê Jinwarê ya di 25'ê Mijdarê de bi xwe bersiva herî mezin a li dijî tundiya li ser jinê ye û got: "Jinwar ji bo parastina mafê jinê mînakek dîtbar e." BI DÎMEN 
 
*Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê Hatîce Onaran, diyar kir ku niha li girtîgehan hezar û 600 girtiyên nexweş hene û got: "Girtiyên nexweş ên giran bi rîngan dibin nexweşxaneyan. Mafên wan ên tenduristî û jiyanê tê binpêkirin. Em bang li malbatan dikin ku derbarê rewşa girtiyan de serî li komeleyê bidin." 
 
* Dayika Pinar Gultekîna a ji aliyê Metîn Avci ve hat qetilkirin Şefîka Gultekîn, diyar kir ku îqtîdar parêstvanên mafên jinan ceza dike, bersûcan diparêze û divê ku jin mafên xwe biparêzin. BI DÎMEN 
 
*Şêniyên Heseke bi armanca şermezarkirina êrîşên li hemberî Şengal dê meşek li dar bixin (10.00) BI DÎMEN 
 
* Li Şehbayê endamên Kongreya Star dê belavokên 25'ê Mijdarê belav bikin (10.00) BI DÎMEN 
 
*Derbarê kiryarên li hemberî herêmê Komîteya Dîplomasî ya Kongreya Star li Şehbayê daxuyaniyekê bide (10.00) BI DÎMEN
 
*Desteya jinan derbarê 25'ê Mijdarê de li Qamişloyê dê daxuyaniyek bide. (10.00) BI DÎMEN