Nûçegîhanê MA'yê Dîndar Karataş hat binçavkirin

  • 08:57 24 Mijdar 2020
  • Rojane
WAN - Polîsan nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Dîndar Karataş li Wanê binçav kirin. 
 
Polîsan serê sibê bi ser mala Rojnameger û Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Dîndar Karataş de girtin û Dîndar li malê binçav kirin. Polîsên ku li malê lêgerîn kirin, kesên li malê li erdê dirêj kirin. Polîsan piştî lêgerîna malê Dîndar Karataş binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Polîsan telefon û qerta hafizaya wênekêşa nûçegîhan jî desteser kirin. 
 
Hat diyarkirin ku Dîndar Karataş di çarçaveya lêpirsina Dozgeriya Komarê ya Erziromê de hatiye binçavkirin.