Edîtora me Roza Metîna serbest hat berdan

  • 18:05 23 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Edîtora me ya serwîsa kurdî Roza Metîna bi şerta kontrola edlî serbest hat berdan. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ji bo Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat vekirin de, di 20'ê Mijdarê de di serdegirtinên malan ku hatin kirin 73 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin 22 kesên ku bi tevahî parêzer bûn roja înê îfadeya wan hat girtin û serbest hatin berdan. Lê 51 kesên din ku hatin binçavkirin 4 roj in di bin çavan de tên girtin. Îro jî 44 kesên ku edîtora me ya serwîsa kurdî Roza Metîna jî di nav wan de ye piştî li emniyetê îfadeyên wan hatin girtin birin edliyê. 
 
Edîtora me Roza Metîna li dozgeriyê bi biryara şerta kontrola edlî sewqê dadgehê hat kirin. Li dadgehê jî bi şerta kontrola edlî serbest hat berdan.