Edîtora me Roza Metîna û kesên pê re birin adliyê

  • 16:33 23 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de edîtora me ya serwîsa kurdî Roza Metîna û 43 kesên din ên pê re hatin binaçavkirin birin edliyê. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ji bo Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat vekriin de, di 20'ê Mijdarê de di serdegirtinên malan ku hatin kirin 73 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin 22 kesên ku bi tevahî parêzer bûn roja înê îfadeya wan hat girtin û serbest hatin berdan. Lê 51 kesên din ku hatin binçavkirin 4 roj in di bin çavan de tên girtin. 
 
Îro jî 44 kesên ku edîtora me ya serwîsa kurdî Roza Metîna jî di nav wan de ye piştî li emniyetê îfadeyên wan hatin girtin birin edliyê. 
 
Li bendê ye ku îfadeya 44 kesan bê girtin.