Li Dayikên Şemiyê doz vekirin

  • 16:32 23 Mijdar 2020
  • Rojane
STENBOL - Li 46 kesên ku tevli çalakiya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê ya ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin bûbûn, doz hat vekirin. 
 
Dayikên Şemiyê, heta hefteya 700'emîn her hefte ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin û aqûbeta windayan bipirsin li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixistin. Di hefteya 700'emîn de polîsan mudaxaleya çalakiya dayikên şemiyê kiribûn. Ji ber ku Qeymeqamê Beyoglu çalakî qedexe kiribû, Dayikên Şemiyê ku daketin qadê polîsan mudaxaleyî wan kiribûn. Polîsan di navde rêveberên ÎHD'ê jî heye 46 kesên tev li çalakiyê Dayikên Şemiyê bûn binçav kiribûn. 46 kesên wê demê hatibûn binçavkirin piştî îfade dabûn serbest hatibûn berdan. 2 sal şûnde der barê 46 kesên hatibûn binçavkirin de doz li hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdeaname amade kir û xwest 46 kes bên cezakirin. 21'emîn Dadgeha Asliye ya Ceza ya Stenbolê îdeanameya dozger qebûl kir û doz vekir. 
 
KESÊN doz li wan hat vekirin ev in:
 
Koray Çaglayan, Koray Kesik, Leman Yurtsever, Levent Gokçek, Lezgin Ozalp, Maside Ocak, Mehmet Gunel, Muhammed Emin Ekinci, Ayça Çevik, Besna Koç, Cafer Balci, Can Danyal Aktaş, Cihan Oral Gulunay, Cuneyt Yilmaz, Denîz Koç, Ercan Suslu, Ezgi Çevik, Faruk Eren, Fecri Çalboga, Ferhat Ergen, Gamze Elvan, Hakan Koç, Hasan Akbaba, Hasan Karakoç, Jiyan Tosun, Kenan Yıldızerler, Murat Akbaş, Murat Koptaş, Onur Yanardag, Osman Akin, Ozer Oymak, Ozge Elvan, Ramazan Bayram, Ruşa Sabur, Sadettin Kose, Adil Can Ocak, Ahmet Karaca, Ahmet Suleyman Benli, Ali Ocak, Ali Yigit Karaca, Atakan Taşbilek, Ataman Doga Kıroglu, Saime Sebla Arcan, Sinan Arslan, Ulaş Bedri Çelik, Volkan Uyar.