Lîstîka xwe ya bi ser navê 'Tundiya Zihniyetê' da pêşandan
- 16:29 23 Mijdar 2020
- Rojane
ŞEHBA - Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera herêma Efrîn şanoyek li ser tundiya li ser jinê pêşkêş kirin.
Bi hatina 25'ê Mijdarê re Tevgera Kevana Zêrîn û Çand û Hunera herêma Efrîn dest bi pêşkêşkirina şanoya xwe kirin. Şano di roja xwe ya yekem de li qada navçeya Ehdas a Şehbayê bi tevlîbûna gelê navçeyê dest pê kir.
Şanoya bi navê 'Tundiya Zihniyetê' ya ku tundiyê li ser jinê warê malbetê û nêzîkatiyên mêrên xwedî zihniyetên desthiladar a ku mêjiyê wan de hatiye çandin şirove dike.
Şano bi dirûşma"Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
Hêjayî gotinê ye ku şano wê heta 25'ê Mijdarê li navçeyên Kantona Şehbayê bidome.