Li Mêrdînê jin vexwendin çalakiyên 25'ê Mijdarê

  • 16:10 23 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de ji bo meşa ku wê roja Çarşemê li Qoserê bê lidarxistin jin vexwendin çalakiyê. 
 
Li Mêrdînê Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê de  ji bo mîtînga ku wê li Qoserê bê lidarxistin jin vexwendin. 
 
Jinên ku di nav wan de parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu jî hebû, li taxan çûn serdana jinan. 
 
Komeke din a jinan jî ku parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Pero Dundar jî hebû li navenda navçeyê çûn serdana bazara taxê. Jinan di meşa xwe de dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin.
 
TJA'yiyan li bazrê bi jinan re sohbet kir û bal kişandin ser girîngiya 25'ê Mijdarê.