TJA'yê li Stenbolê ji girtiyan re kart şandin

  • 15:40 23 Mijdar 2020
  • Rojane
STENBOL - TJA'yê li Stenbolê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê a Cîhanê de ji jinên girtî re kart şandin.
 
Tevgara Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP), di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê de ji jinên girtî re kart şandinin. 
 
Jinan kartên xwe yên ku li wan peyama piştevaniyê nivîsandin ji jinên li girtîgehên cuda de dimînin re şandin. Jinên ku li ber PTT'a Beyogluyê hatin gel hev daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniyê de rêvebera Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re(TUHAY -DER) Emîne Kaya axivî û diyar kir ku ew ê li dijî zilma dewletê, destdirêjî û Tecawizê têkoşîna xwe mezin bikin.
 
Rêvebara TUHAY -DER'ê Fatma Akaltun, jî bal kişand ser 25'ê Mijdarê û got ku wan di vê çarçoveyê de biryara ji girtiyan re kartan bişînin dane. Fatma wiha berdewam kir, "Li derve û li hundir li dijî tundiya mêr wê têkoşîna me bidome."