Meclisa Jinan a HDP'ê bernameya 25'ê Mijdarê aşkera kir

  • 15:03 23 Mijdar 2020
  • Rojane
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP’ê ku bernameya xwe ya çalakiyên 25'ê Mijdarê aşkera kir, diyar kir ku ew ê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li gelek bajaran bi tevlibûna parlamenterên jin çalakiyên cûr bi cûr li dar bixwe. 
 
Bernameya Meclisa Jinan a HDP’ê ya 25’ê Mijdarê diyar bû. Meclis, wê bi dûrişmeya “Em li dijî tundiya zilam û dewletê ditêkoşînê de ne” di 25’ê mijdarê de bi beşdariya paralementerên jin û rêxistinên jinan li gelek bajaran meş li dar bixe. Di vê çarçoveyê de wê meclis li Amed, Edene, Mersîn, Eskîşehîr, Enqere, Stenbol, Îzmîr, Kocaelî, Wan, Êlih, Mêrdînê meş pêk bîne û li Çewlikê jî şahiye li dar bixe.