Ji girtiyan re kart hatin şandin
- 14:52 23 Mijdar 2020
- Rojane
ÎZMÎR - Meclisa Jinan di çarçoveya 25'ê Mijdarê de ji jinan re kart şandin.
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ji jinên girtî re kart şandin.
Kartpostalên ku bi tevlibûna Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin amadekirin bi rêya postê ji girtîgehên ku jin li wan dimînin re hatin şandin.