Li Guhbel civîna gel hat lidarxistin

  • 14:23 23 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Yekitiya Jinên Ciwan û Jinên Êzîdî li gundê Guhbel cevîna gel hat lidarxistin. Cevîn li ser 25’ê mijdarê her wiha li ser tundiya li jinê bû. Civîn ji aliyê Hefseroka Mecilsa xweseriya demokratik a Şengalê Xezal Reşo ve hat rêvebirin.
 
Hefseroka Mecîlsa Xweseriya Şengalê Xezal Reşo ku civîn bi rê ve bir wiha got: “Di serî em bi xêrhatina we dikin.  Weke jinên Şengalê îro em li hev kom bûne û civîna xwe li dar dixin. Me weke jin xwest bi boneya tundiya bi salan ku li ser jinê tê meşandin kom civînekê li dar bixin. Li her derê îradeya jinê nayê naskirin hertim jin tê qetilkirin tê binçavkirin. Herî zêde ya ku di civakê de zehmetî dibîne ked didie jine, lê ev yek ji aliyê zihniyeta baviksalar ve nayê dîtin. Tundiya li ser jinê ya ku bi her awayî tê meşandin ne xwedî dîrokek nêze piştî pergala dayiksalarî ji aliyê mêr ve hate hilweşandin şunde êdî mêr serwerî kir destê xwe û her çû jin ji jiyanê dur xist.  Weke her kes dizanê berê Fermana 3'yê tebaxa 2014 an, îradaya jinên Şengalê nedihat naskirin hertim kar di kirin zehmetî didîtin lê îradaya wan nedihat naskirin. Di fermanê de ya herî zêde êş kişand herî zêde êş kişand jina êzidî bû. Hat qetil kirin, hat girtin, hat tecawîzkirin Hate firotin û hîna bi hezaran jin ne diyare bê di çi rewşê de ne. Lê li gel van hemû pêkanînan piştî fermanê jina êzîdî ji nû ve xwe naskir xwe bi rêxstin. Jina êzidî heta ku  tola  keç û jinên xwe ji DAÎŞ'ê negire wê tekoşîna xwe bidomîne û li ber xwe bide. Her ku me fikrên Rêber Apo nas kirin di jiyana me de guhertin çêbûn. Em serweriya mêr li ser xwe qebûl nakin” 
 
Di dawiyê de li  ser navê yekitiya ciwanin êzîdî jî belavok hatin belav kirin û sînevîzyon hat temaşekrin.