'Li hemberî tundutiya li jinan roj roja tekoşîna neteweyî ye'

  • 13:25 23 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞENGAL - TAJE bi boneya 25 mijdare Roja Tekoşîna li Hemberî Tundutiya li jinê daxuyaniyêke nîvîskî da. 
 
Tevgera azadiya jinên Ezidî TAJE bi boneya 25 mijdare Roja tekoşîna li  Hemberî tundutiya li jinê daxuyaniyêke nîvîkî da û di daxuyaniye de hate diyarkirin ku li hemberî tundiya li jinan roj roja tekoşîna neteweyî ye” 
 
Berfirehiya daxuyaniya TAJE wiha ye:
 
“Di sala 1999’an 25’ê mijdarê wek Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Jinê hat îlankirin. Sedema wê jî xwe dispêre bûyereke ya li Komara Domînîk qewîmî.  Sê xwişkên hev yên Mîrabel li dijî diktatorekî ku welat bi desthiladtariya xwe  bi rê ve dibir tekoşînek mezin dimeşandin. Di wê demê de vî dîktatorî di axaftinên xwe de gotibû li welat du xeterî hene; Ew jî kîlîse û Xwişkên Mîrabel in. Piştî van axaftinan bi demekê her sê xwişk bi awayekî hov hatin qetilkirin. 
 
Em ê di xeta jinên şoreşger de bimeşin
 
Lewma ji Xwişkên Mîrabel, hetanî Sakîne Cansiz, Ekîn Wan, Berîvan, Nazê, Arîn, Lava û tevahî jinên tekoşer yên azadîxwaz em silav dikin û bejna xwe li hember wan ditewînîn. Di heyama em tê re derbas dibin jin wekî namus tên dîtîn û her roj di şexsê jinê de dixwazin exleqê civakê têk bibin. Wek jin li hemberî tûndiya li jinê ku berhema mêr e, em soz didin ku em ê di xeta jinên şoreşger de bimeşin û em vê soza xwe dubare dikin. 
 
Wê berxwedana jinê rûmeta mirovahiyê rizgar bike
 
Ji wê demê heta niha hişmendiya desthilatdarî ku tu guhertinê nedaye avakirin, her ku diçe tunditiya li jinê zêde dikin , di şexsê jinê de dixwazin hemû civakan radest bigrin. Hişmendiya baviksalarî ya bi hezaran salan hewl dide xwe bi tûndiya li  jinê bide jiyîn. Di heyamek wiha ku êrîş û tûndîya li jinê zêde bûye, em jî wek jinên Şingalê li hemberî hemû neheqiyan li ser piyan e. Wê berxwedana jinê rûmeta mirovahiyê rizgar bike. 
 
Em ê bibin hêza pêşeng a pêngavê
 
Di vê serdemê de pêngava Koma Civakên Kurdistan dest pê kir û piştre jî Koma Jinên Kurd piştgiriya xwe ya ji bo pêngava Koma Civakên Kurdistanê îlan kir û pêngavek nû dan destpêkirin. Pêngava ku bi dirûşma ‘’Li dijî qirkirina jinê dema azadiya jin û parastina civakê ye’’ kevneşopiya berxwedana jinê xurt kir û vîn, cewher û rihê tekoşîna jinê zêdetir derxist pêş. Pêngava Koma Jinên Kurd ya bi şîara ‘’em pergala Îmraliyê perçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn’’ li çar perçeyên Kurdistanê bi çalakiyên xurt ve hat pêşwazîkirin. Wekî jinên Şingalê jî em xwe parçeyekî vê dibînîn û em ê bibin hêza pêşeng a vê pêngavê. Ji bo Rêber Apo azad bibe û em bi Rêbertî re azad bijîn me çalakiyên xwe yên rojane li darxistin û em ê van çalakiyên xwe bi meş, cîvîn, rêxistinbûyîn û bi xebatên azadiya jinê re bidomînîn. Em him ji bo azadiya jinê him jî ji bo azadiya civakê di rojên girîng re derbas dibin. 
 
Li hemberî qirkirina jin û civakê em ê têbikoşin
 
Di heman demê de ev çalakiyên me wê bi meş, civîn, rêxistinbûn û emê li ser bingehê rêxistinbûna jinê xebatên xwe berdewam bikin.  Jin û gelê me di aliyê azadiyê de rojên girîng ên dîrokî dijîn. Pergala kapîtalist ku bi nakokiyên weke cudabûna zayend, netew û çîn ku di nav civakê de ava kirî de armanca wan ew e gel bînin beramberî hev û di vir de jî ya herî zêde tê hedefgirtin jin e. Em weke jin ku cewherê civakê ne rû bi rûyê van nakokî û êrîşan e. Ev xaka em li ser dijîn ku derguşî ji zayîna mirovahiyê re kiriye, di moderniteya kapîtalîzmê de li hemberî qirkirina jin û civakê em ê bi têkoşîna xwe ya azadî, aşîtî û wekheviyê bi pêngava Koma Jinên Kurd re bigihîn lûtkeyê.
 
weke tê xuyakirin dewlet û desthilatdariyê pirsgirêkên civakî hemû danîne ser milê jinê, bi versiyona nû ya modernîteya kaptalîst a heyî re rewşa xwe ya herî kembax dijî û bedela vê jî herî zêde jin dide. Li hemberî vê jî em weke jinên êzîdî yên kurd li ser xeta jina azad bi hêza xwe ya berxwedêr, di heyameke ku mirovahî timî di nav şer û pevçûnan de ye em ê veguhezînin heyama azadiya jinan û gelan, wê ev yek weke erka me ya sereke be, em ê bi çalakiyên xwe yên bi xurtî bibin hêza pêşeng. 
 
DAÎŞ'a hov jin kirin hedefa xwe
 
Di rastiya heyî ya civakê de her roj bi dehan jin tên kuştin û rû bi rûyê destdirêjiyê tên û wek xenîmeta şer tên kirîn û firotin.  DAÎŞ a ku bi hişmendiya îslamî a desthiladtariyê re êrîşî Şengalê kir herî zêde jin kir hedefa hovitiya xwe, bi van êrîşên xwe re bi jinên êzîdî re birînên xedar vekirin. Lê piştî fermanê bi naskirina fikrên Serok Apo re bi jina êzîdî re heyamek nû dest pê kir. Xwe naskir, xwebûn, hişyarbûn û parastina cewherî bû diyardeyên bingehîn. Rêber Apo pisgirêka jinê ya ku bûye girêka kor û li hemberî pirsgirêkên civakî bi fikra demokratîkirina civak û azadîxwaziya jinê, her wiha bi parastina xwezayê re çareseriyek bingehîn pêş xistiye.  Ev fikra jin jiyan e, aşîtî, wekhevî û pêşerojek azad e. Em ê weke jinên êzîdî bibin parazvanê vê fikrê û em ê di nav civaka xwe de bikin bingeha avakirina xweseriya demokratîk.  
 
Lewma bi pêngava ku Koma Jinên  Kurd daye destpêkirin em weke jinên êzîdî li ser piya ne. Daxwaza me ya xweseriyê di nav dewlet û hêzan de dixwazin bi komployan asteng bikin wê me nede rawestandin. Jinên êzîdî ku bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê re dîl hatin girtin, bi her cure hovîtiyê re rûbirû man, her wiha êrîşên balafirên dewleta tirk ên hov û bi taybet daxwaza xweseriya me ji nedîtî ve tên, em ê bi yekîtiya jinên êzîdî û ereb û hemû pêkhateyên Şengalê re li dijî bisekînin û têkoşîna xwe xurt bikin. 
 
Em ê berxwedana xwe xurt bikin
 
Lewma em li kolanane, em natirsin û narevin. Bê ku serî bitewînin di her qada jiyanê de em ê tekoşîna xwe xurt bikin û xwe mezin bikin.Tundîtî bi tenê rojekê re sînordar nîne. Xwe li hemû deman belav kiriye û xwe di hemû çavîkên civakê de bi cih kiriye. Lewma em weke TAJÊ roja 25 Mijdarê bang hemû jinên Şingalê dikin ku li dijî  tûndîtî û êrîşên desthiladtariyê tevlî meşa mezin bibin. 
 
Em ê tola jinên êzidî hildin
 
Em dubare soza mezinkirina têkoşîn û berxwedanê didin. Tola jinên êzîdî em ê hilidin. Li ser vî esasî bangawaziya me ji jinên êzîdî yên li Şengalê û  derveyî Şengalê ew e ku ji bo îrade û baweriya me, êrîşên li ser ol û baweriyên me nirxên xwe biparêzin, bibin pêşengê guhertinan û rabin serhildanê. Em ê hemû jinên dîl ên êzîdî ku wê têkoşîna me mezin bike azad bikin. Em vê tîfaq û biryara di navbera Îraq, Tirk û PDK’ê de pêk hatiye û yên tiliya wan di nav vê tîfaqê de heye bi tu awayî qebûl nakin. Ev biryar tê maneya Fermana 75’an. Em jî weke jin vê biryarê li hemberî îradeya xwe weke tûndiyekê dibînin û tu carî qebûl nakin. Jina Azad Pêşeroja Xweseriya Şengalê ye.”