Jinan pankart bi avahiya BBC ve daliqandin

  • 12:34 23 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVNEDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina şiddeta li dijî jinê, Însiyatîfa Jinên Kurd pankart bi Aleksander Palace ya li Bakurê Londonê ve   daliqandin.
 
Bi minesebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê, pankart bi avahiya Radyoyê ya BBC ve hate daliqandin. 
Kesên li derdor bi çepikan piştgirî dan jinên kurd ên ku pankart daliqandin.
 
Pankartên ku ji hêla Însiyatîfa Jinên Kurd a Londonê ve hatin amadekirin wê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de her roj li park û meydanên navdar ên bajêr werin daliqandin.