Li dayika Aştiyê 6 sal cezayê girtîgehê hat birîn

  • 11:10 23 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li  Dayika Aştiyê ya li rojhilatê Kurdistanê Zeyneb Îsmaîlî 6 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê (HENGAW) diyar kir ku li dayika Ayştiyê Zeyneb Îsmaîlî (58) bi îdaya "Endamtiya PKK'ê" û "Propaganday li dijî rejîmê" 6 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn.  Ji bo Zeynep a ku ji Herêma Dêgulanê ye parêzerê wê îtîraz kiribû.  Li gorî agahiyên ku ji HENGAW'ê hatin girtin hat diyarkirin ku li ser îtîrazê daneşîn li bajarê Sîneyê hatiye kirin. 
 
Lawê Zeynebê Mihemed Emîn Emîrî jî di 2014'an de tevli Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibû û di dema ku DAÎŞ'ê êrîş bir ser Kobanê de di pevçûnê de şehîd bibû.