Ayşe Acar Başaran: Em ê polîtîkayên dijminên jina teşhîr bikin

  • 09:09 23 Mijdar 2020
  • Rojane
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Bajaran diyar kir ku HDP nûnetiya kevneşopiya têkoşîna jinên kurd a 40 salan dike û got: "Jinan hin mafên wan ên ji wan hatibûn dizîn paşve girtin lê hîna jî tiştên bi dest bixin hene. Em ê di 25'ê Mijdarê de polîtîkayên dijimên jinan teşîr bikin." 
 
Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Didijî Tundiya li Jinê, li dijî tundiya mêr a ku zêde dibe têkoşîna jinan jî mezindibe. Di hefteya borî de tenê li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de cih girtin herî kêm 15 jin hatin qetilkirin û li gelek jinan jî mêran tundî kir.  Banga jinan a ji bo tevlibûna çalakiyên 25'ê Mijdarê jî berdewam dike. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Bajaran ku têkoşîna partiya xwe ya jinan vegot, banga tevlibûna çalakiyên 25'ê Mijdarê li jinan kir.  
 
'Têkoşîneke me ya bi hêz heye'
 
Ayşe diyar kir ku têkoşîna jinan bi HDP'ê dest pê nekiriye û bal kişand ser kevneşopiya têkoşîna HDP'ê ya 40 salan a jinê. Ayşeyê diyar kir ku gelek jin bi HDP'ê li hev civiyane û wiha berdewam kir: " HDP tecrûbeyên jinên feminîst di nava xwe de dihewîne.  HDP têkoşîna jinan a dîrokî di nava xwe de dihewîne.  HDP partiyeke ku dikare di warê têkoşîna jinan de ji gelek partiyan re bibe mînak û rê nîşanî wan bide.  Ji van ya mînakan ya herî girîng jî pergala hevserokatiyê ye. Pergala hevserokatiyê li gelek welatan tê pêkanîn lê di warê rêveberiyên xwecihî de tenê ev pergal ji aliyê DHP'ê ve tê bikaranîn.  Têkoşîneke me ya bi hêz heye."
 
'Ne kota nûnertiya wekhev'
 
Ayşe diyar kir ku ji sala 2012'an  de wekî Meclisa Jinan a HDP'ê xweser tên birêxixtinkirin, têkoşîn tenê ji bo jinan diheman demê de ji bo veguhertina pergala destlatdar jî tê dayîn û wiha û ev tişt got: "Li dijî serwerya mêr û rola ku ji bo jinê hatiye dayîn em bê rawestan têdikoşin. Me di DHP'ê de bi kotayê dest pê nekirin me ji nûnertiya wekhev de dest pê kir. Ji ber ku me zanibû heta nûnertiyeke wekhev neyê kirin wê newekheviya di nava civakê de neyê çareserkirin û wê ev wekhevî di nav partiyê de jî neyê çareserkirin.  Ji ber wê me got nûnertiya wekhev.  Em tenê derbarê xwe de biryaran nadin em derbarê civakê de jî nerîn û pêşniyarên xwe dibêjin.
 
'Pergala ku jin di nav de nebe ne demokratîk e'
 
 Ayşe diyar kir ku partiya wan tu carî tundiya li jinê qebûl nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em nabêjin ku tundî li ku û çawa tê kirin .Rêgezeke me ya sereke heye. Em dibêjin kesên di partiya me de cih bigirin divê bi tu awayî tevli tundiya li jinê tê kirin nebibin û di wî warî de tu sûcê wan tune be.  Sûcê li hemberî jinê tenê ne tundî ye û an jî sûc ne tenê tundiya fîzîkî ye. Ji bo me nêzîkatiyeke cudakar a li heberî jinê sûc e û tundî ye.  Civaka ku jin tê de ne azad be ew jî ne azad e û pergala ku jin tê de nebe jî ne demokratîk e.  Ger ku nêrîna bi çavên jinê nebe li wê derê serwerî, mîlîtarîzm û faşîzm heye. Em partiyeke ku dixwazin jin li her derê azad be. Têkoşîna ku me ji xwe de daye destpêkirin  em li civakê belav dikin .Em dibêjin em ê civakê biguherin." 
 
'Em bîlançoya şer e'
 
Ayşeyê bal kişand ser nêrîna îqtîdarê, got ku pergaleke jin tê de azad be naxwaze û wiha berdewam kir: Em çawa azadiya civakê ji azadiya jinê didin destpêkirin, îqtîdar jî faşîzma xwe bi hêz dike, mîşîtarîzmê bi rêxistin dike û polîtîkayên şerxwaz pêş dixe. Zayentparêzî mîtarîzmê pêş dixe. Tişta şer pêş dixe jî îqtîdar e.  Ev jî hedef dikin ku jinê ji siyasetê û ji civakê dûr bixin. Kapîtalîzim di serî de keda jinê û bedena wê diçewisîne.  Ji bo pergalê têkoşîna herî xeter ya jinê ye. Ger ku di rojekê de 4 jin tê qetilkirin em nikarin bibêjin ev rewşeke awarte ye. Ger ku di 12 saetan de du jin, di mehekê de jî 21 jin tên qetilkirin û 8 ji wan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest didin ev bîlançoya şer e .Îro tişta ji koronayê xetertir birêxistinkirina zîhiniyeta mêr e.  Îqtîdar tundî û destdirêjiya li dijî kurdan bi rêya leşker û polîsên xwe dike û wekî amûrê şer bi kar tîne.  Jina ku tundî lê tê kirin serî li polîsan dide lê polîs dibêjin 'Ji carekê tiştek nabe" û paşve dişînin. Lê piştre cenazeyê jinê ji malê tê derxistin.  Îqtîdar bi hinceta pandemiyê ji jinan re dibêje li malê bin lê mal ji bo jinan cihê herî xeter e."
 
Jin bi rihê 25'ê Midarê li kolanan e'
 
Ayşe diyar kir ku îqtîdar bi medyaya di bin destê xwe de zayenparêziyê bi rêxistin dike û di dirêjiyê de wiha got: "Îqtîdar 2 rêyan di de ber jinê û dibêje: An hûnê ji tunehesibandina keda xwe û ji nedîtîve hatina fikra xwe re çavên xwe bigirin û an jî wê tundî li we bê kirin .Jin bi tundiya baborî re rûbirû ne. Ev 25'ê Mijdarê ji bo jinan gelek girîng e. Ji ber ku jin êdî di ferqa tundiyê de ne. Jin ji destpêka pandemiyê de li dijî tundiyê bi ruhê 25'ê Mijdarê li qadan e."
 
'Em ê dengê xwe bilind bikin'
 
Ayşe diyar kir ku wan di 7'ê Mijdarê de starta çalakiyên 25'ê Mijdarê dane û  got ku ew ê li dijî tundiya mêr û dewletê li qadan bin. Ayşe got ku ew kolan bi kolan, tax bi tax bi jinan re hatin gel hev û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi jinan re têkoşîna xwe dikin yek. Em ê di 25'ê Mijdarê de li Tirkiye û li Kurdistanê çalakiyên girseyî yên jinan li dar bixin.  Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.  Belkî ev têkoşîn bi carekê re tundiyê tê nebe lê ez dizanim ku piştevanî li dijî tundiyê girîng e. Ev 25'ê Mijdarê wê polîtîkayên dijminane yên îqtîdarê teşîr bike."