'Dewleta tirk başûr rêve dibe'

  • 09:06 23 Mijdar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Dayîkên dengbej yên Koma Meryemxan a Mexmurê di derbarê êrîşên dewleta tirk ên bi hevkarîya PDK'ê li ser Wargeha Mexmûr û hem jî bi giştî Kurdistanê nêrinên xwe anin ziman û gotîn “Me tûcaran li hemberî dijminê hov serî ne tewand û em ê tucarî jî netewinin.”
 
Dayikên dengbej yên Koma Meryemxan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî ( Mexmûr) di derbarê êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK li ser Wargeha Mexmûr û bi giştî li ser Kurdistanê nêrinên xwe ji ajansa me re anin ziman. 
 
‘ Dewleta tirk başû rêve dibe ’
 
Dayika bi navê Eminê Şaxî:” Ew êrişên ku tên kirin, li ser tevahî  Gelê Kurd tên kirin. Kesên ku kurdin êrîş li wan tê kirin. Li başurê Kurdistanê ji 1992’an heta niha baregehên dewleta tirk hene, lê ew salên dawî her ku diçe  hêza xwe zêde dikin û êrişê qampên Gerillayan dikin. Li cihê rêveberên Kurdistanê, dewleta tirk başûrê Kurdistanê rêve dibe. Divê Hukumeta başurê Kurdistanê bixwe, Başurê rêve bibe. Li hemberî ewqas kuştin û êrişan hemû kes bêdeng e.  Kurd hemû dîxwazin bi hev re jiyanêk xweş bijîn. Lê dijminê hov naxwazê kurd bi hev re jiyanêk xweş bijîn. Rayadarên Hukumetê ji alîkariya dijmin dikin,  li cihê ku kurdan keyfxweş bikin,dilê dijmin xweş dikin.”
 
‘Neyên lîstikên qîrej yên dijmin’
 
Daya Eminê  Şaxî jî  bang li tevahî gelê kurd kir û  wiha dawî li gotinên xwe anî: "Me tûcaran li hemberî dijminê hov serî ne tewand û em ê tucarî jî netewinin. Pêwîst e hemû kurd bibin yek û li hemberî Dijmin li ber xwe bidin, neyên lîstikan.”
 
‘Sivîlan qetil dikin’
 
Dayika bi navê Fehime Şirnexî jî behsa  hedef û armanca dewleta tirk kir û berdwam kir: ” Hedef û armanca dewleta tirk ne tenê PKK ye, tunêkirina tevahî deskeftiyên kruda ye. Çawa ku djminê hov êrişî rojavayê Kurdistanê kir û bi hezaran jin û zarokên kûrd qetîl kirin, îro jî bi hevkariya mala Barzaniyan êrişî başurê Kurdistanê dike, daxwazê tevahî bajaran bi dest bixe. Bi hinceta hebûna PKK’ê gelên sivil qetil dikin. Divê em bibin yek û bi hev re pirsgirekên xwe bi reya diyalogê çareser bikin.”