Li hemberî tundiyê Jinwar berteka herî radîkal e

  • 09:02 23 Mijdar 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo - Ronîda Hacî
 
HESEKÊ- Endama Hewldana Înşaya Jinwarê Rûmet Heval armanca avakirina gundê Jinwarê û dengvedana wê li cîhanê nirxand. Rûmet da zanîn ku : “Li hember  tundiya li dijî jinan tê kirin, Jinwar berteka herî radîkal e. Di heman demê de di warê dostanî, zanebûna şîfayî û aborî de parvekirina jinan bi hev re pir li pêş e.  Desthilatdaran bi riya cureyên tundiyê xwestin vê rastiya jinê ji holê rabikin, bi avakirina Jinwarê re nirxê jin hat parastin.”
 
Gundê Jinwar yek ji gundên ku ji bo jinan hatiye avakirin û ji aliyê jinan ve tê birêvebirin e.  Bi pergala xwe ya xweser, aboriya ekolojîk, hevparbûna jin û jiyanê li cîhanê deng veda ye. Jinwar di 25'ê Mijdara 2018'an de hate vekirin. Projeya avakirina gundê Jinwarê ji ayê gelek sazî û dezgehên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Her wiha ji gelek welatên derve yên wekî Endonezya, Îtaliya, Îspaniya, Almaniya, Misir, Lubnan, Cezayîr û Filistînê gelek jin û nûnerên saziyên jinan hatin serdana gund û piştgiriya xwe pêre nîşan dan, her wiha gelek xelat jî pêşkêş kirin. Jinwar ku di 25'ê Mijdara 2018'an de hate vekirin, bi proje û pergala xwe  ya xweser ku xwe bi xwe jin bi rêve dibin, ji bo tundiya li dijî jinê bû bersiv. Gelek jinên ku li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, piştî tundiya li wan hat kriin ber bi Jinwar ve ketin rê û ev gund  ji xwe re wekî stragehek dîtin. Ji bo ku bêhetir em Jinwarê nas bikin, Endama Hewldana Înşaya Jinwarê Rûmet Heval ji me re axivî.
 
'Felsefeya gundê Jinwar da damezrandin kûr û dewlemend e' 
 
Rûmet wiha dest bi danasîna gundê Jiwnarê kir:"Felsefeya ku gundê Jinwar da avakirin ew e ku jin bikaribin biryarên di derheqê jiyana xwe de, di heman wextê de zehmetiyên ku jin di nava civakê de dibînin, bi hev re parve bikin. Li ser vê bingehê li gund jiyana xwe berdewam bikin û kesayetên xwe yên ji nû de ava bikin. Jinwarê malovanî ji jinan re kir. Jinwar di 25'ê Mijdara 2018'an deriyê xwe ji jin û jiyanê re vekir. Avakirina Jinwar li dijî tundiya ku li ser tevahî jinên cîhanê tê kirin, berteka herî radîkal bû. Di heman demê de dostanî, zanebûna şîfayî û aborî, parvekirina jinan bi hev re pir li pêş e û bi wate ye.  Desthilatdaran bi riya cureyên tundiyê xwestin vê rastiya jinê ji holê rabikin. Li ser navê gundê Jinwarê  nirxê jinê hat parastin. Bi sedsalan berhema jinê û pêşengiya wê ji civakê re hat reşkirin, li hember wê jî polîtîkayên taybet hatin meşandin. Bingehê biryara avakirina gundê Jinwar ji vê tê."
 
'Meclîsa Jinwar li ser sê xalan xwe bi rê ve dibin' 
 
Rûmet da xuyakirin ku jinên di Meclîsa Jinwarê de cih digrin hevpeymana xwe nîqaş dikin û wiha gotina xwe domand: "Wekî gava yekemîn Meclîs hat sazkirin û hemû jinên ku derbasî gund dibin, di meclîsê de cih digrin.  Jin  bi hev re biryaran didin û mijarên ku diqawimin nîqaş dikin. Hevpeymana Jinwarê salê carekê tê nûkirin. Li gorî biryara Meclîsa Jinwarê jin di mehê de du şêwirê xwe li dar dixin , hemû mijarên di meclisê re derbas dibin niqaş dikin û derheqê wan de dighêjin biryaran. Heftiyê carekê serdana bajar û şûnwarên dîrokî dikin. Meclîs li ser sê xalan (rehendan) xwe birêve dibe wekî qada Aborî, Perwerde, Hilberîna çandiniyê.  Xwedîkirina lawiran li hev parve dikin û ji bo qasa gund tê hiştin."
 
'Bi Her jin û zarokê re fikira xwebûn û xweparastinê tê pêşxisitn'
 
Rûmet da zanîn ku jin û zarok fikirên xwebûn û xweparastinê pêk tînin û wiha pê de çû: "Dema ku jin di aliyê têkiliya xwe ya jiyanê, rêhevaltiya xwe bi jinê re û tecrûbeyên xwe di civakê de lawaz dibe, xwe biçûk dibîne û bê hêz hîs dike. Lê  li Jinwar jin û zarok bi fikirên xwebûn û xweparastinê pêş dikevin. Mînak zarokên ku li Jinwar perwerde dibînin û mezin dibin ne wekî zarokên nava civakê ne. Zarokên Jinwar bi riya hevaltiyê gelek tiştên şaş nîqaş dikin û vê derbas dikin. Li hember hev bê rêzîtiyê nakin, berovajî wê hevaltiya xwe pêş dixin û diparêzin. Di heman demê de jî her malek komunek e."
 
'Hevpeymana Gundê Jinwar sal bi sal nû dibe'
 
Rûmetê bal kişand ser hevpeymana gundê Jinwarê ku her sal xwe nû dike û wiha got: "Jinên gund li hev dicivin û ji bo hevpeymanê nû bikin, nîqaş dikin. Di vê hevpeymanê de jinên ku dixwazin li gund bimînin û jiyana xwe berdewam bikin, her wiha jinên ku dixwazin ji gund derkevin jî tên nîqaş kirin û li gorî wê jî biryar tê girtin. Ev hevpeyman jî bi gundên derodra Jinwar re jî tên parvekirin. Parvekirina hevpeymanê dibe mînak ku Jinwar ne tenê ji bo 30 jinî ye ji bo tevahî jinan e. Ev parvekirina hevpeymana Jinwar dibe şeklê jiyana altirnatîf ku em bikaribin têkiliya jin bi jinê re xurt bikin."
 
'Jinên Berezilyayî perspektîf ji Jinwar xwestin'
 
Rûmetê li ser pergala Jinwar ku jinên derve jî jê sûdê werdigrin jî wiha dibêjê: "Pergala gundê Jinwar pir xurt e û hemû jin jî dikarin jê sûdê werbigrin. Mînak jineke Berezilyayî ku birayê wê tundî lê kiribû gotibû, 'Ez ji Jinwar alîkariyê dixwazim û ji bo tundiya ku li min hatiye kirin perspektîv dixwazim'. Ev mînak bi xwe tê wê wateyê ku Jinwar ji bo xwe di çi astê de dibînin û di heman demê de jî ji bo me kêfxweşiyek e."
 
'Li Jinwarê jiyan hevpar e' 
 
Rûmet ferqa di navbera Jinwar û gundên jinê yên ku li deverên cîhanê hatine avakirin de anî ziman û wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Li gorî sîstema gundên jinan ku li gelek welatan hatine avakirin, zarok heta temenekî li gund dimînin.  Her wiha li gorî pergala dewletên ku gund avakirine jin heta temenkî ji wir tên derxistin û aboriya wan jî girêdayî dewletê ye. Lê li Jinwar aborî xweser e, pergala wê ya perwerdê jî di nava rihê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hatiye avakirin û rûniştandin. Jinwar Jineolojî wekî zanista xwe dibîne, li ser wê jî pîvanên xwe yên jiyanê û taybet hevjiyana azad ji nû ve digire dest û şîrove dike. Li Jinwar jiyan hevpar e."