ROJEVA 23'Ê MIJDARA 2020'Î

  • 09:00 23 Mijdar 2020
  • Rojev
*Endama Hewldana Înşaya Jinwarê Rûmet Heval armanca avakirina gundê Jinwarê û dengvedana wê li cîhanê nirxand. Rûmet da zanîn ku : “Li hember  tundiya li dijî jinan tê kirin, Jinwar berteka herî radîkal e. Di heman demê de di warê dostanî, zanebûna şîfayî û aborî de parvekirina jinan bi hev re pir li pêş e.  Desthilatdaran bi riya cureyên tundiyê xwestin vê rastiya jinê ji holê rabikin, bi avakirina Jinwarê re nirxê jin hat parastin.” DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Komîteya Edaleta Jinê ya Bajarê Qamişloyê Hewriya Şemdîn di derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê a Cîhanê de wiha nêrîna xwe anî ziman: "Bi rihê 25'ê Mijdarê em ê tundiya li ser jinê biqedînin,heger em civakeke azad bixwazin, pêwiste em jineke azad biafirînin. " DÎMEN HEYE
 
*Dayîkên dengbej yên Koma Meryemxan a Mexmurê di derbarê êrîşên dewleta tirk ên bi hevkarîya PDK'ê li ser Wargeha Mexmûr û hem jî bi giştî Kurdistanê nêrinên xwe anin ziman û gotîn “Me tûcaran li hemberî dijminê hov serî ne tewand û em ê tucarî jî netewinin.” DÎMEN HEYE
 
* Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Bajaran diyar kir ku HDP nûnetiya kevneşopiya têkoşîna jinên kurd a 40 salan dike û got: "Jinan hin mafên wan ên ji wan hatibûn dizîn paşve girtin lê hîna jî tiştên bi dest bixin hene. Em ê di 25'ê Mijdarê de polîtîkayên dijimên jinan teşîr bikin." DÎMEN HEYE
 
*18 sal in AKP li îqtîdarê ye, di 18 salan de li hemberî jinan polîtîkayên taybet hatin meşandin. Ji bo jinan tenê rola “dayiktiyê” hat dayîn hemû plan û proje li gorî vê hatin dizaynkirin. DOSYA-3
 
*Dozgerê ku 11 meh e dosyaya Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Hasîbe Mengîrkaon amade nake, got, "Ecele tune ye."
 
*Tevgera Jinên Azad wê di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê de li navçeya Dêrikê û Şemraxê serdana jinan bikin (13.00)
 
*Navenda Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn di çarçoveya 25 Mijdarê de lîstika şanoyê pêşkêş dike (12.00)