Jinan li dijî tundiyê çalakiya tura bîsîkletê li dar xist

  • 17:57 22 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED/COLEMÊRG - Bi pêşengtiya DAKP'ê jinan di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê çalakiya tûra bîsîkletê li dar xist.
 
Jinan di pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), di çarçoveya bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, ji Şaxa Jimara 2 a Egîtîm Senê ya Amedê, çalakiya tûra bîsîkletê li dar xist. Jinan ligel pifdankan dovîzên "Em xwe diparêzin", "Jin jiyan azadî" , "Kuştina jinan polîtîk e", "Em ê eqûbeta Gulîstan Doku bipirsin" "Li dijî tundiyê berxwedan", " êdî bes e" , " Ji destdirêjiya li zarokan re bes e" bi bîsîkletên xwe vekrin.
 
Beriya çalakiyê lîstika bi navê "Jin im ez " hat lidarxistin. Piştî listikê jinan li gel berzkirina dirûşmên "jin jiyan azadî", "Em bêdeng namînin, natirsin û serî natewîn" berz kirin. 
 
Jinên ku bi bîsîkletên xwe li gelek semtên Amedê geriyan, çalakiya xwe bi dirûşman li ber Mînareya Çarnig bi dawî kirin. 
 
Li Colemêrgê jî çalakî
 
Li Colemêrgê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Em xwe dparêzin de" çalakiya 25'ê Mijdarê li dar xistin û li avahiya HDP'ê ya Colemêrgê dengbêjan stran gotin. 
 
Çalakî bi dirûşma "Em xwe diparêzin" bi dawî bû.