Ji edîtora me xebatên wê yên niviskariyê hatin pirsîn

  • 17:48 22 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Di îfadeya edîtora me ya Serwîsa Kurdî Roza Metîna ku di çarçoveya operasyona li dijî KCD'ê de hat binçavkirin komeleyên ku bi nasnameya xwe ya nivîskariyê endamên wan û Kovara Jineolojiyê hatin pirsîn. 
 
Etîtora me ya Serwîsa Kurdî Roza Metîna ku di çarçoveva operasyona li dijî Kongreya Civakên Demokrtîk (KCD) de bi ser malan de hat girtin û di nav 75 kesên ku di 20'ê mehê de hatin binçavkirin de cih digire duh li emniyetê berê êvarê îfadeya wê hat girtin. 
 
Ji Rozayê delegetiya wê ya KCD'ê, endamtiya wê ya Komeleya Wêjevanên Kurd û Kovara Jineolojiyê ku di dema serdgertinê de li malê hat dîtin hatin pirsîn. 
 
Li bendê ye ku sibe Rojzayê derxînin dozgeriyê.