Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê: Em şer naxwazin

  • 14:24 22 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê bi daxuyaniya ku dane re kiryar û êrişên PDK’yê şermezar kirin. Dayikan di daxuyaniya xwe de bi daxwaza aşitiyê çarikên xwe yên spî avêtin erdê.
 
Bi armanca şermezarkirina êriş û kiryarên PDK’ê yên li Herêma Federal a Kurdistanê, endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê daxuyanî dan. Daxuyanî li ber deriyê avahiya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi tevilbûna dayikên aşitiyê yên ku ji hemû navçeyan hatin , parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) re pêkhat. Li ser navê dayikan Dayika Aşitiyê Helîme Kaya axivî.
 
‘Yekitî ji me re pêwîsty e'
 
Helîme di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kiyrayên PDK’ê û wiha got: “PDK’e bi lîstika ku dijmin dike re êrîşî yên ku ji xwîna wan in dike. Dijminê PKK’ê nabin dostê PDK’ê. Em weke endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê vî şerî naxwazin. Em hêvîdar in ku PDK şiyar bibe û şerê navxweyî rawestîne. Ji bo başiya herdu aliyan, ji bo başiya me hemû kurdan yekitî pêwîstiyek e.”
 
Dayikên Aşitiyê piştî daxuyaniyê laçikên xwe yên spî avêtin erdê û diruşmên “Dayik Şer Naxwazin” berz kirin.