Îfadeya Etora me Roza Metîna hat girtin

  • 14:23 22 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Îfadeya Edîtora me ya Serwîsa Kurdî Roza Metîna ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya ji bo KCD'ê hat destpêkirin de binçav kiribûn hat girtin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku ji bo Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) hat destpêkirin di serdegirtina malan a 20'ê Mijdarê hat kirin de Edîtora Serwîsa me ya Kurdî Roza Metîna ku hatibû binçavkirin li emniyetê îfadeya wê duh di saetên êvarê de hat girtin.
 
Roza ya ku îfadeya wê hat girtin li bedê ye ku sibe sewkî dozgeriyê bê kirin.
 
Herwiha ji 24 parêzerên ku di heman operasyon de hatin binçavkirin 22'yên wan piştî ku îfadeya wan hat girtin serbest hatin berdan. Bi giştî 51 kes di bin çavan de ne.