'Zarok Kûlîlk û Hêviya Civakê ne'

  • 13:33 22 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Li Tilizêr ji bo Roja Zarokan a Cîhanê di 21’ê Mijdarê de şahiyek hat li darxistin. Şahî ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hate li darxistin.
 
Li Gundê Tilizêr ku yek jî ji wan gundan di fermanê de hatibû valakirin û şêniyên wê piştî fermanê nû vedigerin ser axa xwe, di çarçoveya 20'ê Mijdarê  Roja Zarokan a Cîhanê de duh di pêşengiya Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) de ji bo zarokan şahî hat lidarxistin. Şahî ji aliyê zarokan ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. 
 
Zarokan bi van gotinan kêfxweşiya xwe anîn ziman
 
Zaroka bi navê Rondik şahî kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Îro rojek gelek xweş bû mamostaya me ji mere cihê şahiyê xemilandibû, pifdank û diyarî dan me. Me bi hevalên xwe re lîst û sitran gotin.  Ez sipasiya mamosteya xwe dikim.”
 
Zaroka bi navê Şerîhan jî wiha got: “ Rojek xweş bû,  ji bo me şahî çêkirin û diyarî dan me. Ez sipasiya mamosteya xwe dikim em gelek keyf xweş kirin. Ez vê rojê li hevalên xwe mamosta û malbata xwe pîroz dikim.”
 
Zaroka bi navê xeyriye jî ev tişt got: “Şahiya me pir xweş bû, me ji xwe re sitran gotin list û demek xweş derbas kir.”
 
Endama TAJÊ Ferîde Seado jî di derbarê 21'ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê de  cîhanê wiha got: “Me weke Tevgera Jinên Êzidî ji bo zarokan  li Tilizêr şahiya zarokan li darbixin. Ji ber ku şêniyên gundê  Tilizêrê piştî fermanê nû vegeriyane ser axa xwe û me xwest zarkên me yên gund pê bi hesin kû li gundê xwe, li ser axa xwe di ewlehiyê de ne û wê xweş tir bijîn.”