‘Ji bo Gulistan û Îpekê dê dakevin qadan'

  • 09:06 22 Mijdar 2020
  • Rojane
VAN - TJA dê di 25'ê Mijdarê de li Wanê meşek li dar dixe û jinan bangewaziya tevlîbûna meşê kirin û gotin: "Ji bo Îpek Er û Gulistan Dokû dakevin qadan."
 
Li gelek bajarên herêmê Tevgera Jinen Azad (TJA) xebatên 25'ê Mijdarê dimeşînin. Di çarçoveya 25'ê mijdarê de bernameyên cur bi cur tên lidarxistin. Dê di 25'ê Mijdarê de li Wanê bi meşekî fînalek bê dayîn. Meşa jinan dê li Beşyolê di saet 12'yan de destpê bike û heta li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajêr bidome. Jinan bangewaziya tevlîbûna meşê kirin.
 
Hevşaredara Bêgireya Wanê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Leyla Balkan, diyar kir ku di 18'ê cotmehê de kampanyaya “Em xwe diparezin” dabûn destpêkirin û got: "Em xebatên xwe di çarçoveya kampanyayê de didomînin. Ligel vê jî em xebatên 25'ê Mijdarê jî dikin. Em bang li hemû jinan dikin li dijî polîtîkayên şer ên taybet ê dewletê bêdeng nemînin. Em dibêjin ji bo Îpek Er û Gulistan Doku dakevin qadan. Li dijî qirkirina jinê û şîdeta li hemberî jinê bêdeng nemînin. Em ê bi her awayî têkoşîna xwe bidomînin. Jin bi hev re bi hez in, dema em bibin yek em dikarin li hemberî kuştin, tecawiz û tacizê têkoşînekî bidin." 
 
Hevseroka HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê Canan Uzunay jî di axaftina xwe de banga tevlîbûna meşê kir û wiha axivî: "Her roj kuştina jinan dom dike. Êdî em naxwazin jinek bê kuştin. Jin her roj ji hêla mêr-dewletê ve tên kuştin. Tenê sedemek heye ev jî ji ber polîtîkayên dewletê pêk tê. Ji ber ku gelek bûyer bê ceza dimîne. Em ji bo faîlên Gulistan Doku û Îpek Er bên darizandin em ê li qadan bicivin. Ez bang li jinên Wanê dikim ku tevlî meşa me bibin."