'Li hemberî tundiyê bêdeng nemînin'

  • 09:04 22 Mijdar 2020
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Cigîra Desteya Jin a Herêma Firatê Rozîn Mihemed, diyar kir ku ji ber hişmendiya civakê û polîtîkayên dewletan gelek jin bi şîdetê re rûbirû dimînin û tên qetîlkirin û got: "Em di her xebatên xwe de bang li jinan dikin bi her awayî xwe bighînên me. Her wiha divê jin tundiyê li ser xwe qebûl neke û li hemberî tundiyê xwe biparêze û têbikoşe."
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî jinan ji bo pêşwazîkirina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta li Hemberî jinê di nava liv û tevgerê de ne. Ji bo agahdarkirinê semîner û xebatên taybet tên kirin. Bi taybetî di dawiya 2019'an de li herêma Firatê kuştin û xwekuştina jinan zêde bû. Jin niha bi taybetî li hemberî feraset û hişmendiya civakê ya li hemberî jinê di nava têkoşînê de ne. Cigîra Desteya Jin a Herêma Firatê Rozîn Mihemed ji ajansa me re behsa şîdeta li hemberî jinê û xebatên xwe yên li dijî şîdetê kir. 
 
'Bi têkoşîna jinan dê dawî li tundiyê bê'
 
Rozîn da zanîn ku têkoşîna Mirabalan îro ji aliyê jinên berxwedêr ve tê meşandin û wiha got: "Roja 25'ê Mijdarê nêz bûye, 25'ê Mijdarê wek roja têkoşîna li dijî hişmendiya mêr-dewlet û dîktatoriyê ye. Bi saya berxwedan û têkoşîna her sê Xwişkên Mirabalan îro jinan gaveke mezin avêtiye û saziyên xwe avakirine. Raste gelek pirsgirêk derdikevin holê lê hewldanên me hene, em van pirsgirêkan bi awayekî lez çareser bikin. Bi salane jin ji aliyê hevjîn, bav, bira û civakê rastî tundiyê tên. Dema ku jin bixwaze di saziyekê de kar bike wê demê ji ber hişmendiya baviksalarî êdî lewaz dimîne. Ji xwe em dizanin ku hişmendiya mêran naxwazin jin bibin rêveber û civakê birêvebibin."
 
'Ji ber polîtîkayan kuştina jinan zêde ye' 
 
Rozîn, diyar kir ku ji ber hişmendiya civakê û polîtîkayên dewletan gelek jin tên qetîlkirin û wiha domand: "Di dema civaka xwezayî de jinan civak bi rêve dibirin, lê piştî ku dewletan civaka xwezayî tune kir û dewletê xwe li ser civakê ferz kir êdî civak ber bi xirabûnê ve birin wê demê erka jinê biçûk ket. Îro heman şêwe li ser serê jinan tê meşandin, lê dîsa jî bi destê dewletan e. Gelek jin niha di malên xwe de lêdanê dixwin û nikarin xwe bighînin me. Ji ber wê me xeteke telefonê avakir ji bo jin xwe bighînin me. Di van mehên borî de gelek jin hatin kuştin sedema yekemîn ji ber hişmendiya civakê û polîtîkayên ku tên afirandin."
 
'Hişmendiyên ku li dijî me derdikevin jî hene'
 
Rozîn, destnîşan kir ku komîteya ku li dijî xwekuştina jinan hatiye avakirin xebatên xwe didomîne û wiha axivî: "Gelek saziyên jin cihê xwe di komîteya li dijî xwekuştinê de digirin. Wekê Rêxistina Sara ya li dijî tundiya ser jinan, Meclisa Edaletê, Desteya jin, Desteya Tenduristî û Kongreya Star. Me wek Komîteya li dijî xwekuştinê gelek lêkolîn kirin. Li gorî lêkolînan derket holê sedema herî zêde zewaca ku di temenê biçûk de tê kirin û şerê taybet ku dewleta tirk li herêmê dide meşandin e. Em tu carî loman li jinan nakin ji ber ku bi hezar sal in jin dibin vê hişmendiyê de mezin bûye û dijî. Ji bo mijarê tundiyê em wek saziyên jin di nava liv û tevgerê de ne. Ji bo hişyariya civakê me gelek semîner û xebat bi jin û mêran re kirin. Lê heta astekê feydeyên wê hebûn lê hin kesên ku hişmendiya wan qebûl nakin  jî hene û dixwazin nakokiyan derxin."
 
'Divê hemû jin xwe ji tundiyê biparêzin'
 
Rozîn herî dawiyê da zanîn ku tundiya li ser jinê nayê qebûl nakin û wiha bi dawî kir: "Gelek jinên ciwan hîna ne di wê ferqê de ne ku bi temenekî biçûk de tên zewicandin û ne xwediyê wî barîne. Niha tundî ne tenê bi lêdane, gelek şêweyên tundiyê hene. Ji bo xeta telefonê jî gelek jin nikarin xwe bighînin me ji ber ku ditirsin. Lê ev jî kêmasiya me ye ku me xwe negihanîn wan jinan. Bi taybet di dema vîrûsa korona de tundî di nava malê de zêde bû. Gelek jinan bi rêya vê telefonê xwe gihandine me û me ew pirsgirêkên wan çarserkirin. Lê divê hemû jin tundiyê li ser xwe qebûl nekin li hemberî tundiyê têkoşîn bikin û xwe ji tundiyê biparêzin."