Jinên êzidî: Divê jin 4 dîwarên li dora xwe hilweşînîn

  • 09:03 22 Mijdar 2020
  • Rojane
Evîn Zenda - Viyan Seîd
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê li dijî şîdeta li hemberî jinan banga yekitiya jinan kir û got: "Divê jin ne tenê dîwarê li pêşiya xwe 4 dîwarên li dora xwe hilweşîne. Em ji fermanê rizgar bûn gelek veguhertin û guhertin pêk hatin lê feraseta li hemberî jinan hêj neguherî ye û divê em li dijî wê yekê têkoşîna xwe mezin bikin." 
 
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê, jinan bangewaziyên yekitiya jinan dikin. Bi taybetî jî bangewaziyên jinên êzidî ji bo tevahiya cîhanê girîng û watedar e. Ji ber ku bi fermanê re bi hezaran jin li ber çavê cîhanê ketin destê DAÎŞ'ê û li bazaran hatin firotin, hatin kuştin û bi tecawizê re rûbirû man. Piştî fermanê jinên êzidî ne tenê li dijî feresata DAÎŞ'ê li hemberî feraset û hişmendiya serdest a mêr biryara xwe parastin û xwe pêşxistinê dan. Jinên êzidî bi minasebeta 25'ê Mijdarê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin. 
 
'Jin bingeha civakê ye'
 
Nîsan Elî di despêka axaftina xwe de bal kişad ser jinên ku di destê DAÎŞ'ê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em jinên êzidî li hemberî her cûreyên tundiyê ne. Me di destê DAIŞ’ê de gelek êşên mezin kişand, ev hemû ji ber fikrê zilaman bû. Zilam tenê zextê li jinê dike. Berê li ser me zilm gelek hebû, hertişt qedexe bû, me nedikarî ji derveyî mala xwe bi tu deran ve biçin. Lê piştî fermanê me dest bi kar û xebatên perwerdeyê kir. Me fikrê Rêber Apo nas kir û em fêrbûn ku jin bingehê civakê ye. Niha jî em perwerde dibînin perwerdeyên me ji bo pêşkeftina me gelek girîng e. Em dixwazin perwerdeyên wiha hîn zêdetir bên dayîn. Ji bo rojek berî rojekê jinên Êzidî bihêztir bibin.”   
 
'Divê dîwarên li dora xwe hilweşînin' 
 
Sulala Qasim, bal kişand ser tundiya li hemberî jinê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em tundiya li hemberî jinê şermezar dikin.  Çend piştî fermanê di nava civakê de gelek guhertin û veguhertin pêk hatin jî hîna zextên li ser jinan berdewan dikin. Her wiha rê ji pêşkeftina jinê re tê girtin. Le weke jin em têkoşîna xwe didin meşandin. Divê em ne tenê dîwarên li pêşiya xwe, divê em her çar dîwarên li dora jin hilweşînin ji bo ji siberojê re em bikarin civakeke mînak ava bikin. Bi saya Rêber Apo me xwe perwerde kir îro em hatine wê astê ku bêjin, em ne mecburin tehmûla fikrê qirêj yê desthilatdariya zilam bikin. Ger desthilatdariya zilam neba fikrê jinê ji yê mêr pêşketîtir e. Jin hîn nêzî azadiyeyê, lê ji ber tirsa wan ji hêza jinê heye, îro em dibînin bi şêweyên cuda cuda jinê dixazin bi tepisînin. Lê em jî li beram berî wan tu caran serî natewînin. Ji bo jinên Şengalê DAÎŞ berhemê fikrê zilam e. Bersiva me jinên Şengalê ji desthilatdarî û zordariya zilaman re dê bibe avakirina jiyanek nû. Ez bang li hemû jinên cîhanê dikim ku di 25'ê Mijdarê de rabin serpiyan û çalakiyan li dar bixin."
 
'Bi berxwedanê jin azad bibe'
 
Sûad Silêman jî destnîşan kir ku têkoşîna jinan a li hemberî tundiyê girîng e û got: "Beriya fermanê di her warî de zext li ser me jinan hebû lê bi fikr û ramanên Rêber Apo em niha hatin astekî. Em ji jiyanê hesiyan. Ez niha li bang hamû jinên cîhanê dikim ku li hemberî zilma mêran tu carî serê xwe netewînin. Divê jin bi xwe bawerbin, têkoşîna xwe bidin û xwe perwerde bikin. Çend jin li ber xwe bide dê ew qas azad bibe û çend jin azad be dê civak jî azad bibe."