Halîme Aras: Li dijî tundiya mêr serî netewînin

  • 09:02 22 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Halîme Aras, li dijî tundiya li hemberî xwe bi salan li ber xwe da, li dijî hişmendiya malbat û civakê derket û niha jî ji bo jinên din di nava têkoşînê de ye. Halîme, destnîşan kir ku tu jin bê hêz nîne û got: "Dema ku min dest bi têkoşîna azadiya jinê kir ez hêza xwe hesiyam. Divê jin hêza xwe bibîne û li dijî tundiyê mêr serî netewîne." 
 
Jinan bi çalakî û bernameyên cuda hewl didin ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê bi hêzek mezin pêşwazî bikin. Jinan di bangewaziyên xwe de bi taybetî li ser avakirina yekitiya jinan, bi hêzkirina rêxistinbûnê, pêşxistina xweparastinê tînin ziman. Her wiha jinên ku bi salan bi şîdetê re rûbirû dimînin,  piştre jî bi têkoşîna xwe tên astekî û hêzê didin jinên derdora xwe. Yek jî wan jinan jina bi navê Halîma Aras e. Halîme 44 salî ye û hêj biçûkbû hatiye zewicandin û her tim bi şîdetê re rûbirû maye. Feraset û hişmendiya malbat û civakê jî Halîmeyê bêdeng kiriye. Lê Halîme li dijî hişmendiya serdest li ber xwe da. Halîme niha Endama Meclîsa Şaredariyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Sûra Amedê ye û ji bo jinan di nava têkoşînê de ye.  
 
‘Ez ji dibistanê hatim û gustîl xistin tiliya min’
 
Halîme di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ji aliyê xalê xwe bi zorî hatiye zewicandin û got: “Ez wê çaxê 12 salî bûm û diçûm dibistanê. Rojek ji dibistanê vegeriyam, xalê min hat benikek xist tiliyên min. Gava min lê nerî gustîlek bû. Ew çaxê min fêm nekir ji bo çi wê gustîlê xistine tiliyên min. Piştî salekê bûkanî li min kirin û min şandin gundê xalê min yê Mêrdînê. Bi vî awayî ez bi kurê xalê re zewicim. Min wê demê nedizaniya zewac çi ye, ez hêj zarok bûm. Çawa ku ez zewicim zext û zordariya li ser min jî dest pê kir. Hevjînê min dest bi tundiyê kir. Her wiha ez bi tundiya malbata wî re jî rûbirû ma. Tundiya li ser min gelek giran bû. Heta rojek ji ber tundiyê ez ketim komayê. Piştî wê bûyerê ez vegeriyam cem malbata xwe, lê belê malbat min qebûl nekirin û min dîsa şandin.”
 
‘Tu bi bûkanî derketî, encax bi kefenê dikarî vegerî' 
 
Halîme destnîşan kir ku malbat tundiya li ser wê rewa dixistin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Piştî ku hevjînê min çû leşkeriyê, tundiya ji aliyê malbata wî we  berdewam kir. Min xwest ez biçim cem malbata xwe lê ji min re gotin 'tu ji vê malê bi bûkanî derketî, encax bi kefene dikarî vegerî.' Lewra ez neçar mam û li hemberê wan îşkenceyan bêdeng mam. Piştî ku hinek sal li ser derbas bûn em hatin Amedê. Di nav xizaniyê de me salên xwe derbas kirin. Min çawa şîdeta li hemberî xwe ji dayika xwe de digot dayika min ji min re digot 'cihê jinê li cem mêrê wê ye' û ez neçar dimam ku bêdeng bimînim." 
 
‘Keça min li dijî tundiyê di temenê biçûk de zewicî' 
 
Halîme got zarokên wê jî rastî tundiyê hatine û ev tişt anî ziman: “Min çend caran doza hevberdanê vekir lê ji ber bertekên malbat û civakê, ez ji dozê poşman bûm. Keça min a mezin jî rastî tundiyê dihat û herî dawî ji ber ku ji tundiyê bireve di temenên xwe ya biçûk de zewicî. Lê piştre ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ji hevdû cudabûn. Keça min zarokên wê hatin cem min û min wan jî xwedî kir. Zarokên min jî ji min re digotin doza hevberdanê veke lê ez ji zextên civakê pir ditirsiyam. Lê xwezî hêj di serî de min biryar bide û ez ji vê îşkenceyê xilaz bûma."
 
‘Tu jin bê hêz û bê vîn nîne' 
 
Halîme diyar kir ku bi naskirina HDP’ê hay ji têkoşîna jinê bûye û got: “Di salên dawiyê de ez li dijî tundiya wî derketim. Min xwe parast. Piştre wî çend caran xwest min ji malê bavêje. Lê min qebûl nekir. Di navbera me de qirînek mezin derket û piştre ew ji malê çû. Li ser 2 sal derbas bibû xwest em dîsa bên ligel hev. Lê min nexwest. Piştre jî ez bi gefên wî re rûbirû mam. Digot heke tu biçî HDP’ê ez ê dîsa werim malê. Lê min tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Min bi HDP’ê têkoşîna jinê nas kir. Çawa ku min di têkoşîna jinan de cih girt ew qas zêde hay ji hêza xwe bûm. Tu jin bê vîn û bê hêz nîne. Divê hemû jin hay ji hêza xwe hebin û li dijî tundiya mêr serî netewînin. Dema ku jinek tê kuştin dibêjin qey jin çikiriye ku hatiye kuştin. Her tim hişmendiyek ku jinê sûcdar dike heye. Lê tevî van yekan jin li hemberê vê hişmendiya qirêj têdikoşim û heya ku ser bikevin dê têkoşîna xwe re berdewam bikin.”