'Jin bi yekitiyê dikarin li hemberî tundiyê rawestin'

  • 13:38 21 Mijdar 2020
  • Rojane
Evîn Zenda - Nesrîn Hisên
 
ŞENGAL - Ji hêla TAJÊ ve ji bo jinên êzidî, şîîa û ereb komcivînek hat lidarxistin. Jinan di komcivînên de bal kişandin ser tundiya li hemberî jinê û gotin: "Li dijî tundiyê divê yekitiya jinê pêş bikeve." 
 
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê, ji hêla Tevgera Azad a Jinên Êzidî (TAJÊ) ve ji bo jinên êzidî û ereb li Baxçeya Şehîd Zekî Şengalî duh komcivînek hat lidarxistin. Di komcivînê de jinan bal kişandin ser şîdeta li hemberî jinê, li ser rêbazên têkoşînê û yekitiyê. 
 
Axaftina vekirinê ji hêla Riham Hesen ve hat kirin û wiha got: "Cara yekem e ku jinên êzidî û ereb kom dibin û ev tişt cihê keyfxweşiyê ye. Ev kombûna me ji bo yekitiyê girîng e. Heke îro jinên bi baweriyên cuda bên cem hev serkeftinek e."
 
Piştî Rihamê Fermandara YJŞ’ê Axîn Întiqam û diyar kir ku yekitiya jinan girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro dem dema avakirina yekitiya jinên êzidî û ereban e. Sîstema desthilatdar dixwaze di şexsê jinan de qewmên herî qedîm êzidî û ereban bindest bike ango tûne bike. Em jin bi dê yekitiya xwe avabikin. Ji bo em bikaribin civakek bi ewle û azad avabikin divê em erkên xwe baş bizanin. Ji bo civaka azad yekitî û demokrasî hîmê herî bingehîn e. Ger me yekitiyek bi hêz nava xwe de ava kir bê guman wê civaka me jî bi wê re bihêz bibe. Di hemû şeran de herî zêde jin tên tunekirin, mînaka wê jî Fermana li ser Şengalê bû, me hemûyan şahidiya wê kir. Divê weke jin hêrs û kîna me li beramberî pergala deshilatdar ya mêr di lûtkeyê de be.”
 
Jina bi navê Fayla ya ji gundê Medîbanê tevlî komcivînê bû wiha axivî: "Dibe em ereb bin û xwişkên me jî êzidî bin lê em li ser heman axê dijîn, êşa me hemûyan yeke. Em weke jinên ereb gelek keyf xweşin ku îro em bi hev re civînan li dar dixin û derbarê pêşeroja xwe de nêrîn û biryaran digirin. Ji bo em bi hêz bibin divê em kombûnên wiha berdewam bikin”
 
Endama TAJÊ Xoxê Cindî jî bi van gotinan keyfxweşîya xwe anî ziman: “Em xêrhatina tevahî jinên ereb û şîîa dikin. Em weke jinên êzidî tenê yekbûn û tifaqê dixazin. Me navê careke din dilê dayika bişewite gelek jinên ereb û Şîîa jî li ser vê axê bedel dane netenê me jinên êzidî wan jî gelek êş kişandin şehîdên wan jî hene ez ji tevahî jina re serkeftinê dixwazim.”
 
Endama TAJÊ Perîşan Şemo, bal kişand ser girîngiya komcivînê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Kombûna jinên êzidî ereb û Şîîa ji bo girîngiya roja cîhanî ya li beramberî tundutîjiya jinê bû. Îro me li vir hemî şêwe tundutijî şermezar kir. Ligel tundutijiya li ser jin zewaca temenê biçûk jî me şermezar kir. Em vê kombunê gelek watedar dibînin ji ber fikra deshilatdar ya mêr li ser jinên êzidî û ereb gelek polîtikayên reşkirinê dikirin lê îro me destê xwe da yek û em wê li beramberî tevahî fikrên desthilatdar tê bikoşîn li ser vê axê Şehîdên me jî û yên wan jî heye ji bo me tu ferq û cudatî nîne. Em wê bi yekitîya xwe bi xwe pêşxistinê bersivên pêwîst bidin dujminên xwe."
 
Sultana Sabah ya ji pêkhateya ereb jî keyfxweş e û nêrînên xwe bi van peyvan anî ziman: “Em weke jinên ereb gelek keyfxweşin û bi jinên êzidî re komdibin. Ji bo me ji jinên ereb tu ferqa me nîne ji ber li ser vê axê me gelek êş kişandiye û îro roja wê hatiye em yekitiya xwe çêbikin û bi hevre jiyaneke azad û wekhev ava bikin.”
 
Fermandara YJŞ’ê Hêza Şengalî derbarê kombûna pêkhateyê de ev nêrîn dan: “Mabestê kombûyîna jinên êzidî ereb û Şîîa ew e ku li beramberî pergala desthilatdar bibin bersivek bi hêz. Jinên ji pêkhateyên ereb û êzidî bi yekbûyîna xwe dikare îradeya xwe bihêztir bike û li beramberî tevahî paşverûtîyan têkoşîn bike, ji ber van sedeman em kombuyînên wiha gelek watedar dibînin.”