Rojnamegerên jin xwestin Roza Metîna serbest bê berdan

  • 13:26 21 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Rojnamegerên jin bertek nîşanî binçavkirina edîtora me û nivîskar Roza Metîna yê dan û gotin: "Her tim rojnamegerên jin hedef tên girtin û dixwazin bi zext û zordariyan împaratoriya tirsê avabikin. Lê rojnamegerên jin li dijî polîtîkayên dijminatiyê dê her tim dengê xwe bilind bikin." 
 
Duh serê sibêhê bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li hemberî Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) operasyonek pêk hat û di encamê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di nav de edîtora me ya beşa kurdî û nivîskar Roza Metîna û gelek parêzer jî heyî 72 kes hatibûn binçavkirin. Rojnameger bertek nîşanî binçavkirina Roza Metînayê dan û serbest berdana wê daxwaz kirin. 
 
'Rojnamegerên kurd hedef tên girtin'
 
Edîtora Rojnameya Xwebûnê Elîfcan Alkan, bal kişand ser êrîşên îqtîdarê ya li hemberî rojnamegeran û got: "Di vê pêvajoyê de hikûmeta rojnamegerên kurd hedef digire. Rojnamegerên ku polîtîkayên qirêj ya ku li her deverê Kurdistanê pêk tîne deşîfre dike tên hedef girtin. Duh di nav de Roza Metîna heyî gelek kes hatin binçavkirin. Rojnamegerên jin tu carî li hemberî îqtîdarê serî netewandiye û natewînin jî. Binçavkirin rê li ber têkoşîna me ya rojnamegerên jin nagire. Em daxwaza serbest berdana Rozayê dikin."
 
'Dev ji polîtîkayên tirsandinê berdin'
 
Edîtora rojnameya Yeni Yaşam Nevîn Cerav jî bertek nîşanî binçavkirina Roza Metînayê da û wiha axivî: "Meha borî ji Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ugur, ji Jinnewsê jî Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala hatibûn binçavkirin. Bi binçavkirin û girtinan dixwazin rojnamegeran bitirsînin. Divê dev ji wan polîtîkayan berdin. Dewlet û îqtîdar arman dike ku siyasetmedar û bi taybetî jî jinan bêdeng bike. Di hefteya 25'ê Mijdarê de edîtora Jinnewsê Roza şîdeta dewlet-mêr teşhîr dikir. Em daxwaza serbest berdana wan dikin." 
 
'Divê rojnamegerên jin di nava piştewaniyê de bin'
 
Nûçegîhan Ajansa Mezopotamyayê (MA) Arjîn Dîlek Oncel jî da zanîn ku îqtîdar her tim li hemberî muxalîfan heman rêbazê bikartîne û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di êrîşan de bi taybetî jî rojnameger para xwe digirin. Divê rojnameger li dijî zext û zordariyê bêtir di nava piştewaniyê de bin. Gelek hevalên me bi hinceta ku bi rêya telefonê bi çavkaniyên xwe re axivînê hatin binçavkirin. Divê hevala me Roza serbest be berdan."
 
'Polîtîkayên ku dijminatiya jinê dike pêş dixin'
 
Nûçegîhana Rojnameya Ozgur Gelecek Sevda Erkilinç, destnîşan kir ku demên dawiyê li hemberî rojnamegerên muxalîf pêkanînên dijhiqûqî pêk tên û wiha bi lêv kir: "Li hemberî rojnamegêr jin ên kurd bêtir zext û zordarî heye. Li vir em dibînin ku li hemberî rojnamegerên jin ên ku dixwazin bibin dengê jinan bi taybetî êrîş pêk tê. Dixwazin bi êrîş û zextan jinê ji qada siyasetê derxin û polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinê dike bêtir pêş bixin, komeleyê jinan bigirin. Her wiha bi taybetî jî siyasetmedar û hevserokên ku tên girtin heman polîtîka ne. Rojnamegerên jin van nûçeyan çêdikin û dibin hedef."
 
'Dixwazin împaratoriya tirsê ava bikin'
 
Sevda di dawiya axaftina xwe de banga piştewaniyê kir û got: "Niha ji rojnamegerên jin re dibêjin biçin malên xwe rûnên. Dixwazin împaratoriya tirsê ava bikin. Bi zext û zordariyan dixwazin jinan têk bibin. Lê di serî de rojnamegerên jin û rojnamegerên muxalîf li hemberî peyaman bêtir kar dikin û li pêy rastiyan dikevin. Divê em rojnamegerên jin bêtir di nava piştewaniyê de bin, dema êrîşek pêk hat divê em bibin yek. Ji ber ku em rojnamegerên jin divê bi înad bibin dengê jinan û li dijî zextan jî bibin hêzek."