KPC-D bi şahiyekê bawernameya astên zimanê kurdî belav kirin

  • 11:40 21 Mijdar 2020
  • Rojane
HELEB - Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, ji bo belavkirina bawernameya kesên ku di zimanê kurdî de serkeftî bûne şahiyek organîze kir. 
 
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a bajarê Helebê bi şahiyekê bawernameya asta zimanê kurdî ya yekemîn, duyemîn û sêyemîn belav kirin. Şahî li hola Efînê ya taxa Şêx Meqsûdê hat lidarxistin. Di şahiyê de bi sedan şênî, sazî û dezgehên sivîl amadebûn. Hola şahiyê bi wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û alê KPC-D hatibû xemilandin. Kesên ku asta yekemîn de bi ser ketine 35 kes in, kesên ku di asta duyemîn de bi ser ketine 15 kes in û kesên ku di asta sêyemîn de bi serketine 36 kes in. 
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Saziya Zimanê Kurdî Medya Elî kesên ku bi serketine pîroz kir û wiha got: "Ziman hebûn û nasnameya me ye. Zimanê kurdî herdem rastî êrîşan tê. Dema borî me zimanê xwe bi awayekê veşartî dîdît, lê niha bi saya şehîdên me em zimanê xwe bi eşkere dibînin."
 
Li ser navê Kongreya Star Zeyneb Hesen jî kesên ku bi serketine pîroz kir û wiha got: "Di destpêkê de kesên ku di zimanê kurdî de bi serketine em wan pîroz dikin. Asta pêşketina ziman, asta pêşketine civakê ye. Em bi hezaran salan benda van rojan bûn û xeyalên ku me dikir vegerî rastiyê."
 
Paşê ji aliyê Mamoste Selîm Mihemed û Medya Elî ve bawername belav kir. 
 
Her wiha ji aliyê Koma Stranên Zarokan a dibistana şehîd Qehreman Efrîn û Koma Çiyayê Kurmênc a Çand û Hunerê stranên xwe pêşkêş kirin. 
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.