'Bi saya şoreşa 19'ê Tîrmehê feraseta tundiyê kêmbûye'

  • 09:04 21 Mijdar 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Hedle Hesen bi mûnesebeta 25'ê Mijdarê rewşa tundiyê ya li hemberî jinê ya li Sûriyê nirxand û got: "Li herêmên dagirkirî asta tundiyê gihaşt lutkeya herî bilind û Rêjima Baasê jî bi rê û rêbazên cuda tundiya li hemberî jinê rewa dike. Em jin dikarin bi hev re hêza xwe xurtir bikin û têbikoşin." 
 
Li gelek deverên cîhanê jin amadekariya pêşwaziya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê dikin. Jinan vê rojê ji bo xwe wekî rojekî berxwedana li hemberî desthilatdariyê dinirxînin û têkoşîna xwe mezin dikin. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Hedle Hesen rewşa tundiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmên dibin serweriya Rêjîma Baasê û herêmên dibin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wî de nirxand.
 
'Beriya şoreşê tundî zêdetir û veşartîbû'
 
Hedleyê di despêka gotina xwe de behsa rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema rêjîma Baasê de kir û got: "Dema ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin serweriya Rêjîma Baasê de bûn, asta tundiyê bilindtir bû. Her wiha asta zanebûna jinan ne weke niha bû ku li dijî hemû cûreyên tundiyê têkoşîn bike. Tenê jin birêvebirina mal û xwedîkirina zarokan re mijûl dibûn. Dema jin rastî tundiyê dihatin, tu sazî ango cihên ku jin serî lê bidin, gilî û gazinên xwe vebiêjin tunebûn. Raste di zagonên Rêjîma Baas yên li dijî tundiyê hene, lê mixabin ku ne çalakbûn û tenê li ser kaxezan diman. Ji ber vê ew jin rastî tundiyê û lêdanê dihat û tu kes pê agahdar jî nedibû. Di bin navê eşîrtiyê, şermê û bi kar anîna têgînên weke ji bo zarokên xwe sebir bike, tehmûl bike û hwd. jiyana xwe ji jinan bi tuniyê re derbas dibû. Bê gûman ne tenê ji aliyê hevjîn ve, lê belê bav, bira, ap, xal û pismam de jî."
 
'Şoreşê xeta azadiya jin û civakê saz kir'
 
Hedleyê bal kişand ser guhertinên ku bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re çêbûne û wiha domand: "Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ew pergal û hişmendiya ku Rêjîmê di hundir civaka me de dabû rûniştandin, bi saya têkoşîna jinan, rêxsinên jin û Rêveberiya Xweser hatin guhertin û li ser xeta azadiya jin û civakê me jiyaneke nû saz kir. Di despêkê de Mala Jin hat ava kirin, ku ew vê malê hemû jin hembêz kir û bi qasî hêza xwe dikaribû bibe deriyê çareseriyê. Piştre êdî rêxstina jinan berfirehbûn ku Kongreya Star, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya ser jin, Desteya Jin, Jineolojî û edaleta jin hatin avakirin. Ev sazî di despêkê de li Rojavayê Kurdistanê û piştre li herêmên ku ji çeteyên DAIŞ'ê rizgarbûn hatin rêxistinkirin."
 
'Hişmendiya Rêjîmê tundiyê rewa dike'
 
Hedleyê bal kişand ser pergala Baasê û wiha pê de çû: "Bajarên Sûriyeyê yên di bin serweriya Rêjîma Baasê de asta tundiyê li pêşe ji ber ku zagonên wan nakevin pratîkê. Her wiha çend saziyên jin yên li wir jî li gor hişmendiya baviksalarî û serdest ya dewletê tev digerin, ji ber wê xwedî derketineke rast nayê çêkirin. Her wisa di pergala dewleta Sûriyeyê de sîstema Hevseroktiyê tune ye, ev bi serê xwe pirsgirêka herî mezine, jin berê xwe didin ku derê serok zilam in, cigîrê wan jî zilam in, berpirsyar zilam in, polîs zilam in û dadger zilam in. Ji ber vê dema jin rastî tundiyê tên, ew tên sucdarkirin û li gor ferastea jin 'Şeref û Namûs' tundî û qetilkirina jinan tê rewa kirin û sûcdar nayên ceza kirin."
 
'Li herêmên dagirkirî tundî zêde ye' 
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Hedleyê rewşa jinan ya li herêmên dagirkirî nirxand û wiha dom kir: "Li aliyê din herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wî de hene. Jiyana li Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, Bab, Cerablûs û Idlib ê bê ser û ber, bê rêxistin, bê pergal û bê zagone, mirov dikare bêje pergaleke fiiltiye. Jin bi awayekî rewa tên revandin, tecawizkirin û qetilkirin. Çete bi hişmendiya tunekirina jinan tevdigerin û kiryarên dijî qanûnê û bê exlaqî bê navber dikin. Mirov dikare bêje li herêmên dagirkirî asta tundiyê gihaştiya lutkeya herî bilind."
 
'Em bi hev re hêza xwe xurt bikin' 
 
Hedle di dawiya axaftina xwe de bang kir ku jin bê navber li dijî tundiyê têkoşînê bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Weke Kongreya Star bi minasebeta 25'ê Mijdarê li dijî tundiya li ser jin hêviyên me ji tevahî jinan heye, yên kurd, ereb, turkmen, çerkez, ermen û jinên cîhanê jî 25'ê Mijdarê bikin volkanek ji têkoşîna li hember tundiyê, qetilkirin, xwe kuştin, lêdan, hişmendiya mêrê serdest. Divê jin têkoşîneke pir alî bide meşandin, li hember civakê, dewletê û pergalê. Her wiha em dibêjin bila jin xwe kuştinê weke rêbazekî çareseriyê nepejirînin. Sazî, rêxistin û malên we gelek in, xwe neçar nehêlin, serî li me bidin da ku em bi hev re hêza xwe xurtir bikin."