‘Li başûrê Kurdistanê planên qirêj di dewrê de ne'

  • 09:01 21 Mijdar 2020
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Hevseroka Navçeya Qinê ya girêdayî Kantona Kobanê Suad Şêx Demîr li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê de planên qirêj tê meşandin û got:  "Banga min ji tevahî Gelê Kurd re heye ku em yekitiya xwe ava bikin. Pêwist e kurd tevahî li beramberî şerê birakujiyê helwesta xwe nîşan bide."
 
Bi salane hêzên hegomonîk, dewlet-netew bi awayek hevgirtî nakokiyan dixe nava Gelê Kurd e. Ev hêz hewil didin ku Kurdistanê bi her awayê dagir bikin û çanda kurd tune bikin. Planên êrîşan ew e ku kurd bibe dijminê kurd. Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi her wayî bikeve bin dagirkeriyê. Li beranberî xeta îxanetê û şerê navxweyî Gelê Kurd xwedî bi helwestin û banga yekîtiyê dikin. Derbarê mijarê de Hevseroka Navçeya Qinê ya girêdayî Kantona Kobanê Suad Şêx Demîr ji me re axivî. 
 
 'Ji ber şerê xeta îxanetê bi dehan serhildan bin ketin' 
 
Suad da zanîn ku bi salane şerê birakujiyê li Başurê Kurdistanê tê meşandin û wiha pê de çû: “Dema şoreşa Qazî Mihemed di sala 1945'an de dest pê kir wê demê qadên parastina medya ne hatibûn birêxistinkirin. Wê demê yê ku şerê kurdan dikir dîsa hin partiyên başûrê Kurdistanê bûn, em dizanin ku artêşa Îranê di wê rewşê de hêjmarek ji welatparêzên ku ketin destê wan de kuştin.  Qazî Mihemed birayê wî Sedrî Qazî û pismamê wî Seyfî Qazî  di 30'ê adara 1947'an de li bajarê Mehabadê li Meydana Çarçira hatin darvekirin. Wê demê şoreş têk çû û bi ser neket. Ji ber şerê birakujiyê û xeta îxanetê  bi dehan serhildan û şoreş bin ketin. Dema mirov li dîrokê bizîvire wê demê em ê bizanibin ku mala Barzanî çikir û niha çidike. Wê demê Şêx Îdrîsê Bedlîsî hebû dewleta tirk di rêka van Şêxan de têkiliyên xwe hem di nav Mîran de, hem jî di nav begande pêşxistin, ji ber Îdrîsê Bedlîsî mîtê tirkan bû û hevkarê mala Barzanî bû. Sedema van êrîşan tunekirin û qirkirina kurdan e, wek ku niha dewleta tirk dixwaze Gelê Kurd tesfiye bike armanca herdu aliyan yeke."
 
‘Şengal bê parastin hat hiştin' 
 
Suad teqez kir ku rojane Gelê Kurd bi destê dagirkeran tên kuştin û wiha gotinên xwe domand: "Mesud Barzanî di 3'yê Mijdarê de daxuyaniyek di derbarê qadên parastina medya de dabû û gotibû ku ev hêz gel naparêzin, tenê zarokan dikujin, malên şêniyan dişewitîne û talan dike. Di 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin, wê demê pêşmerge reviyan û xelkê Şengalê bi tenê hiştin. Di nava wî şerî de bi hezaran jinên Şengalê hatin revandin û li sukên Mûsil û Reqqayê hatin firotin. Bi hezaran jin, xort, pîr, kal û zarok hatin qetilkirin û hîna jî çarenûsa gelek kesan ne diyare. Yê Şengal parast û rizgar kir hêzên parastina qada medyayê bûn. Bi saya hêzên parastina qada medya îro gelê Şengalê xwesertiya xwe avakirine, hêzên xwe yê leşgerî çêkirine û xwe bi rêve dibin. Her wiha dema ku şer li Kerkuk û Mûsilê dest pê kir yek ser pêşmerge reviyan û parastina van deveran nekirin.  Di sala 1992'yan de hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatin çêkirin, di nava wê hevdîtinê de Rêber Apo gotibû pêwîst e Mesud Barzanî li gor xwesertiya başûrê Kurdistanê tevbigere. Ji ber dema Mesud li gor pergala dewletan tevbigere wê demê başûrê Kurdistanê wê bê parçekirin. Wek ku çawa li Qesra Şêrîn civiyan peymana Qesra Şêrîn di 1639'an de îmze kirin û Kurdistan kirin çar perçe. Dema îro em mêze bikin ew gotinên Rêber Apo pêk tên û niha başurê Kurdistanê tê firotin."
 
‘Li dijî şerê birakujiyê helwestên xwe nîşan bidin' 
 
Suad di dawiyê de behsa dîroka komkujiya Helebçe kir û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Di sala 1988'an de dema komkujiya Helebçe de 5 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da. Rojana gelê başûrê Kurdistanê rastî êrîşên hewayî û bejahî tên li Şengal, Mexmûr, Hewlêr, Kerkuk û bajarên derdora Silêmaniyê û Dihokê. Her wiha PKD'ê di 11'ê cotmehê de 20 şêniyên ji wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) revandin. Li gor çavdêriyan Endama Komîteya Têkiliyên Derva ya Meclisa Îştar Leyla Erzu Îlhan ‘Ew kesên ku hatine revandin niha di nava çeteyên DAIŞ'ê li girtîgeha Hewlêrê de ne’. Gelê Mexmûrê wargeha koçbera ye, bi salane dewleta tirk kiryar bi serê wan de anîn û ji malên wan dane koçberkirin. Di aliyekî de zextên PDK'ê li ser gelê wargehê tên meşandin û saleke zêdetire gelê wargehê di nava dorpêçê de ye. Banga min ji tevahî Gelê Kurd re heye ku em yekîtiya xwe bidin avakirin. Pêwist e kurd tevahî li beramberî şerê birakujiyê helwestên xwe nîşan bidin."