Di encama teqîna mayinê de 4 zarokên ji Efrînê birîndar bûn

  • 16:49 20 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Li gundê Mervaniyê ya Şehbayê mayin teqî û di encamê de 4 zarokên ji Efrînê birîndar bûn.
 
Îro li gundê Mervaniyê ya girêdayî  navçeya Şiyê ya girêdayî Kantona Şehbayê 4 zarok ji ber teqîna mayinê birîndar bûn. Zarokên ku di vê teqîna mayinê de birîndar bûne navê wan wiha ye Nebî Qazili Bekir 15 salî, Nebî Mistefa Bekir 13 salî Nezmî Mistefa Bekir 13 salî û Diyar Mistefa Bekir 9 salî birîndar bûn.
 
Li gor agahiyên ku hatine bi destxistin niha zarok di nexweşxaneya Avrîn de li ber çavderiya bijîşkan de ye.