Partiyên siyasî û saziyên sivîl dê sibê li dijî binçavkirinan daxuyaniyê bidin

  • 16:47 20 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - KCD, TJA, DBP, HDP û OHD, sibêhê li dijî binçavkirinan dê li Parka Koşuyoluya Rêzana Amedê daxuyaniyeke girseyî li dar bixin. Sazî û partiyên siyasî banga tevlîbûnê kirin. 
 
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de vê sibêhê gelek kes hatin binçavkirin. Navenda operasyonê Amed e û di çarçoveya operasyonê de polîsan li Stenbol, Îzmîr, Şirnex û Semsûrê jî bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de heta niha 32 jê parêzer bi giştî 72 kes hatin binçavkirin. 
 
Endam û rêvberên Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), dê sibehê saet 13.00’an de li Parka Koşuyolu ya Rêzana Amedê li dijî binçavkirinan dê daxuyaniyek bide. 
 
Partiyên siyasî û saziyên sivîl bangawaziya tevlîbûnê kirin.