MEBYA DER: Divê cenazeya Nevînê teslîmê malbatê bikin

  • 16:13 20 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Ligel ku encama testa DNA'ya Nevîn Dînç derketiye jî cenaze radestî malbatê nakin. Dayika Nevînê Sabahat Dînç, diyar kir bi zanebûn cenaze nadin û got: "Em cenazeyê xwe dixwazin û ev tişt bêhiqûqî ye û tehamûlê cenazeyên me nakin."
 
Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çand a Malbatên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan de Winda kirin (MEBYA DER), bi armanca cezayê Nevîn Dînç a HPG’î ya li navçeya Gever a Colemêrgê jiyana xwe ji dest da bû, ji bo malbata wê bê dayîn, li Goristana Asrî ya Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Malbata Nevînê û endamên MEBYA DER’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Dînç di sala 2004’an de tevlî PKK’ê dibe. Di dema çalakiyên rêveberiya xweser ên di navbera salên 2015 û 2016’an de, li Geverê jiyana xwe ji dest dide. Cenazeya Nevînê dibin Erziromê. Piştî sê mehan testa DNA’yê tê xwestin. Malbata diçe Erziromê û test dide. Du meh piştî testdayînê encama DNA’yê ji malbatê re tê ragihandin. Lê li gel ku 5 salan derbasbûn jî, cenaze nadin malbatê.”
  
Dayika Nevînê Sabahat Dînç jî, bertek nîşanî vê rewşê da û xwest cenazeyê keça wê êdî bidin wê. Dayik Sabahat, da zanîn ku bi zanebûn cenazeyê keça wê nadinê û wiha got: “Em dixwazin êdî cenazeyê me bidin me. Ev bêhiqûqiye. Tehemûl nakin ku em cenazeyê zarokên xwe bigirin. Ev zilme. Ji vê zilmê re êdî bese.”