Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya hat binçavkirin
- 15:55 20 Mijdar 2020
- Rojane
AMED - Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî hat binçavkirin.
Bi lêpirsîna ku ji aliyê Serodozgeriya Komarê ya Amedê hat destpêkirin re li Amedê vê sibehê bi ser malan de hat girtin û di nav wan de nûnerên saziyên sivîl, parêzer û rojnameger jî heyî derbarê 102 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn û 72 kes jî hatin binçavkirin .Di parçoveya lêpirsînê de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî hat binçavkirin û birin muduriyeta polîsan.
Herwiha hat diyarkirin û dest bi îfadegirtina 72 kesên di bin çavan de hatiye kirin.