OHD: Em serî natewînin

  • 14:14 20 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), bertek nîşanê binçavkirina parêzeran dan û têkildarî mijarê daxuyanî dan û gotin: " Em wek komeleya OHD’ê serî natewînin û çawa ku ew parêzer ji parastinê şûnde gav neavêtin em jî li pey şopa wan bin.”   
 
Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girt. Derbarê 101 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Navenda operasyonê Amed e û di çarçoveya operasyonê de polîsan li Stenbol, Îzmîr, Şirnex û Semsûrê jî bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de heta niha 32 jê parêzer bi giştî 72 kes hatine binçavkirin. 
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) bertek nîşanê binçavkirinan da û têkildarî mijarê li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastin bîat nake” daliqandin. Daxuyaniyê ji aliyê parêzer Gulan Çagan Kalelî ve hat xwendin.
 
Gulan bal kişand li ser binçavkirinan û diyar kir ku bi dehan parêzer hatine binçavkirin û ji 80 kesan re jî biryara binçavkirinê heye û got: "Yek ji cihê erka parêzeran jî edliye ye. Parezêrên ku her roj ji ber erka xwe diçin edliye yê, lêpirsina li ser wan û biryara binçavkirinê li djî hiqûqê ye. Armanca wê operasyonê parêzeran li ber çavê civakê kirîmînalîze kirin e. Binçavkirina endamên komeleyê me jî li dijî hiqûqê ye. Em wek parêzerên ku parastina civakê dikin, dibînin ku hiqûq ketûber dibe û darizandinek serbixwe bin pê dibe. Em wek komeleya OHD’ê serî natewînin û çawa ku ew parêzer ji parastinê şûnde gav neavêtin em jî li pey şopa wan in.”