YJK-S: Bila qirkirina jinan weke sûcê mirovahiyê bê nasîn

  • 14:00 20 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YJK-S'ê têkildarê 25'ê Mijdarê daxuyaniyeke niviskî da û got: ''Em dixwazin qirkirina jinan di asta navnetewî de weke sûcê dijî mirovahiyê  were nasîn.''
 
Tevgera Jinan a Kurd a Swîsreyê (YJK-E) têkildarê 25'ê Mijdarê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin li Swîsreyê tundiya li ser jinê zêde bûye, 2019'an 19 hezar 669 jin bi tundiyê re rûbirû ma. 29 jin hatine kuştin, 116 jin birîndar bûne.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em YJK-S bang li Neteweyên Yekbûyî ya Navenda Cinêvê dikin ku qirkirina jinan bi asta navnetewî bi fermî weke sûcê dijî mirovahiyê were qebûlkirin. Em piştgiriyê didin kampanyaya 'Ji bo darizandina dîktator 100 sedem' a Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) ku 25'ê Mijdarê didin destpêkirin. Heta ku dîktatoriya Erdogan hebe li Tirkiyê û Kurdistanê li gelek bajaran tundiya li ser jinê nayê dîtin, tecawiz, tacîz û revandin dê bidome. Dewleta Tirk bi polîtîkayên dijî jinan li bakur dibe sedem ku jin xwe bikuje. Polîs û leşkerên Tirk dema destgîrkirimê tundî tacîz û tecawiz li jinan tê kirin."
 
Her wiha hate xwestin ku li NY'yê ya Swîsreyê derheqê sûcên dewleta Tirk ên li ser jinan biryara guşarê were standin.
 
Her wiha di çarçoveya 25'ê Mijdarê de dê çalakî û bernameyên cuda bên lidarxistin.