Doza Malbata Şenyaşar dest pê kir

  • 12:29 20 Mijdar 2020
  • Rojane
 
MELETÎ - Danişîna çaremîn a doza ferdên Malbata Şenyaşar li Pirsûsa Rihayê ji aliyê AKP’iyan ve di sala 2018’an de hatibûn kuştin li Dadgeha Meletiyê dest pê kir. Destûr nehat dayîn parlamenter û rojnamevan dozê bişopînin. 
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de sê ferdên malbata Şenyaşar û birayê AKP’yî Yildiz hatibûn kuştin. Danişîna çaremîn a doza derbarê kuştina çar kesan de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê dest pê kir. 
 
Li derdora edliyê tedbîrên zêde hatin girtin. Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe di êrişê de winda kiribû, Ferît Şenyaşar ê negirtî tê darizandin û hin ferdên malbatê di danişînê de cihê xwe girtin. Gelek parêzer jî di danişînê de amade bûn. Hin kesên ji malbata Yildiz û parêzerê wan jî li danişînê ne. 
 
Rojnamevan û parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr û Hişyar Ozsoy û rêveberên HDP’ê bi hêceta pandemiyê hatin astengkirin û destûr nehat dayîn danişînê bişopînin. 
 
Fadil Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bûbû û niha girtî tê darizandin ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya deng û dîmen û Enver Yildiz ê girtî tê darizandin jî ji Girtîgeha Osmaniyê bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê dibin. Danişînê bi parastina her du girtiyan dest pê kir.