Zarokên ku ji xeyalên xwe bêpar mane

  • 09:58 20 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Li herêmê zarokên kurd her tim dibin hedefa desthilatdaran û zarok ji mafên xwe yên esasî nikarin sûde bigirin. Ligel binpêkirina mafan komîteyên mafên zarokan diparêzin jî bêdeng dimînin.
 
20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ku di 1989'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) hat ragihandin, weke roja parastina mafên hemû zarokên cîhanê hat diyarkirin. Tirkiye jî di nav de 197 welat bûne aliyê vê peymanê û bû yek ji wan peymanan ku gelek welatan ev peyman qebûl kirin. Di hevpeymanê de 54 xalên sereke ji bo mafê zarokan hatine destnîşankirin. Ji van a 195 dewletên ku hevpeyman mohr kirine, ji parastina mafê zarokan berpirsiyar in. Lê belê li gelek deverên cîhanê mafên zarokan tê binpêkirin. 
 
Bi taybetî jî li Tirkiyeyê û li herêmê zarokên kurd dibin hedef. Ji ber polîtîkayên taybet ên şer li herêmê zarok bi şîdet, êrîşa zayendî re rûbirû dimînin û tên kuştin. Derbarê kiryaran de heta îro jî tu hewldanêkî hiqûqî pêk nehatin û sûcdar ceza negirtin. 
 
Zarokên ku ji jiyan û xeyalên xwe bêpar mane:
 
*Ceylan Onko l(12), 28’ê Îlona 2009’an de dema ku li çiyayê gundikê Xambaz ê girêdayî gundê Kanîsipiyê yê navçeya Licê ya Amedê pezê diçêrandin bi topa hawanê ku ji qereqolê hat avêtin jiyana xwe ji dest da. Ji Ceylanê ji bo me tenê wêneyekî wê yê ku di 7 saliya wê de hatibû girtin û awirên çavên wê yên reş û gir ji me re man.
 
*Enes Ata (8) di sala 2006’de li Amedê ji aliyê dewletê hat qetîl kirin. Heke Enes nehata qetîl kirin îro 14 salî dibûya.
 
* Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 21’ê Mijdara 2004’an de Ugur Kaymaz ê 12 salî bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re li ber malê polîsan gule li wan reşand û ew qetil kirin. Polîsan 13 gule li bedena Ugur Kaymaz ê 12 salî xist. Her wiha polîs çeka keleşe jî danî ber serê wan. Piştî bûyerê bi demek kin Walîtiya Mêrdînê daxuyanî da û Ugurê biçûk û bavê wî wek “terorîstê amadekariyê çalakiyê dikir” ragihand.
 
* Di 4’ê Îlona 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê bi hezaran tîmên taybet ve hat dorbeçkirin û ji aliyê Walitiya Şirnexê ve bi ragihandina qedexeya derketina derve re êriş û topbaran hat destpêkirin. Li navçeyê êrişan 9 roj berdewam kir. Di 12’ê Îlonê de qedexe hat rakirin. Cemîle Çagirga (10) li hewşa mala xwe dibe armanca êrişan û tê guleberankirin û li hewşa malê jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber ku nehiştin cenazeyê Cemîleyê rakin nexweşxaneyê, ji bo ku cenaze xera nebe, dayika Cemîleyê dest û porê keça xwe hine kir û di sarincê de veşart.
 
* Li navçeya Sûrê ya Amedê di dema qedexeyên derketina derve de di 12’yê cotmeha 2015’an de Helîn Şen ku diçû  nan bigire bi guleya ji wesayîta zirxî ya kobra hat avêtin hat qetilkirin.
 
*Li Şirnexê ji Bişeng Goran a 12 salî ji ber guleyên polîsan bi giranî birîndar bû. Bişeng li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da.
 
* Li Mêrdînê Mugdat Ay a 12 salî ji ber êrîşên Dewleta Tirk tên qetîl kirin.
 
* Li navçeya Bîsmîlê yê Amedê zaroka 8 salî Elîf Şîmşek, dema qedexekirina derketina derve de rastî êrîşê gulebarandinê hat û jiyana xwe ji dest da.
 
*Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê Berat Guzel a 12 salî bibû hedefa polîsan û hat kuştin. 
 
Koçberî, şer û mirin
 
Em dikarin gelek navên wan zarokên ku hatine qetîl kirin rêz bikin. Tevî van yekan kujerên wan zarokan jî nehat darizandin. Li Rojava û Rojhîlatê jî zarokên ku di nav şer de mezin dibin ji ber wan êrîşan berê xwe didin welatên cuda. Di koçberiyê de bêtir mafên zarokan tê binpêkirin. Mînakên herî ber bi çav di bira me de mayî jî Alan ê ku ji Kobanê ye di sala 2015'an de, dema koçberiyê de keştiya wan noqî avê bû û Alan jiyana xwe ji dest da. Wekî Alan bi hezaran zarok di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Dîsa li êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bêriya 9’ê Cotmehê zaroka bi navê Sara Rifet ya (6) ku ji gundewarên Girê Sipî ye dema diçû dibistanê ji aliyê segvanan ve hedef hat kirin û hat kuştin. Di encama êrîşên çekê qedexekirî de jî bedena zarokê 13 salî Mihemed ku ji Serêkaniyê bû şewitî û gelek kes perçeyek ji bedena xwe windakir. Tevî van bûyeran komîteyên mafên zarokan bêdeng dimîne. Nexwe ew peymana Roja Mafên zarokan a Cîhanê tenê li ser kaxizê maye. Mafên zarokan a herî sereke yê jiyanê ji wan hatine sitendin û hemû xeyal û daxwazên wan zarokan hatine binpêkirin.