Banga 25'ê Mijdarê: Bijî têkoşîna jinê

  • 09:05 20 Mijdar 2020
  • Rojane
ENQERE - Jinên amadekiriya qadan a ji bo 25'ê Mijdarê dikin, diyar kirin ew li hêviya hemû jinan e ku li qadan bi hev re li dijî tundiyê biqêrin û wiha gotin."Bila ev roj roja şiyarbûna li dijî tundiyê be. Bijî têkoşîna jinê."
 
Jin di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê xebatên xwe didomînin. Rêxistinên jinan, aktivîst bi çalakiyên cur be cur amadekariya pêşwazîkirina 25'ê Mijdarê dikin. Jinên ku tînin ziman ew ê li dijî tundiyê li qadan bin banga beşdariya jinê kirin. 
 
'Jin avakar û rêveberên civakê ne'
 
Seroka Komisyona Jinê ya Federasyona Komeleyên Herêmî yên Kizilirmakê Ayten Gursoy bal kişand ser girîngiya 25'ê Mijdarê û wiha got:"Em ji bo 25'ê Mijdarê banga hemû jinan dikin ku dakevin qadan. Jin avakar û rêveberên civakê ne. Ji kerema xwe bila jin hemû derkevin qadan da em nîşan bidin ku em li dijî tundiyê ne û em dikarin guhertinê bikin."
 
'Bila îro roja hişyariyê be'
 
Salime Tarikçi diyar kir ku ew bang dikin ku hemû jin hişyar bibin û wiha got:"Em li cîhaneke hişk, hov, wêranker, tecawizkar dijîn. Em divê di nav piştevaniyê de bin. Piştevanî mirov dide jiyîn. Lê di nav piştevaniyê de divê em hişyar bin. Li dijî tundiyê divê em bi hev re bin. Me wekî tevgera jinê gelek tişt kirin. Me şev roj û kuçe xwestin. Me nexwest em li malê bi tena serê xwe bisekinin. Mal hêlîneke lê di heman demê de tecrîd e. Heger em tenê bimînin em ê bêtir biêşin. Li dijî mala jî jiyan heye. Em kuçeyan jî şevê jî dixwazin."
 
'Bijî têkoşîna jinê'
 
Endama Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leman Kîraz jî da zanîn ku di 60'emîn salvegera qetilkirina Xwişkên Mîrabel de hemû jin li qadan e û wiha got:"Em ji bo ji tundiya dewletê bibêjin bisekine, ji bo em azadiya xwe bi dest bixin, ji bo em li dijî tundî û bêkariyê bisekinin em dibêjin bila hemû jin dakevin qadan. Em jin bi hev re bi hêz in. Bijî têkoşîna jinê."