Mêr li Helebê li dijî tundiya li ser jinê meşiyan

  • 17:24 19 Mijdar 2020
  • Rojane
HELEB - Mêrên Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîa li dijî Tundiya li ser Jinê, meş li dar xistin. Di meşê de wiha hat gotin: “Kuştina jinê ya di bin navê namûsê de zihniyeteke qirêj e. Em hemû mêr rexnedayinên xwe li hember jinan didin.”
 
Bi pêşentiya Mecilîsa Giştî ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê û bi dirûşma “Na ji dagirkeriyê û qirkirinê re em ê jinê û jiyanê biparêzin”, bi sedan mêrên taxê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê meşek li dar xistin. Meşê ji  taxa şêx Meqsûd xerbî dest pê kir û li Hola Şehîdan rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wêneyên pekrewanên jin Hevrîn Xelef, Barîn Kobanî û Arîn Mîrkan her wiha pankertên bi nivîsa ”Şikandina pargala Îmraliyê şikandina sînorên li ser jinê ye”,”Na ji şideta li ser jinê re” hatin hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin.  
 
Li ser navê Meclîsa Sûriye Demokratîk, endamê Meclîsê Mirhî Şiblî axaftin kir û wiha got: “Jin jiyana azadiyê ye.  Weke ku hûn dibînin em îro hemû mêr daketin qadan ji bo Roja Tekoşîna li dijî Tundiya li ser jinê, ji ber  tu gulîstan bê jinê nayê xemilandin. Jin tê weteya jiyanê. Xistina  zindanê ya jinê, girêdana wê di bin navê olê de û kuştina wê ya di bin navê şerefê de, zîhniyeteke qirêj e û em hemû mêr pê hatibûn xapandin. Asta pêşketina civakan bi asta pêşketina jinê ve girêdayî ye. Ger jin azad nebe civak jî azad nabe.” 
 
Li ser navê Meclîsa Taxa Eşrefiyê Welat Memo jî axivî û bal kişand ser tundiya li ser  jinê tê meşandin  û ev tişt got: “Destpêkê tundiya li ser jinê em şermezar dikin. Tundî tiştekî derveyî exlaqa mirovahiyê ye. Kesên ku tundiyê li ser jinê bi kar tîne, divê werin cezakirin. Ji bo ku em ji jinê fêm bikin pêwist e, em dîroka wê nas bikin. Em hemû mêr rexnedayinên xwe li hember jinan didin.” 
 
Meş bi dirûşma “Jin jiyana azadî” bi dawî bû.