Kongreya Star ji bo 25 Mijdarê wêne li ser dîwaran xêz kir
- 14:19 19 Mijdar 2020
- Rojane
HELEB - Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê bi hatina roja 25'ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê belavok belav kir û wêne li ser dîwaran xêz kir.
Bi hatina 25'ê Mijdarê Roja Tekoşînê li dijî Tundiya li ser Jinê, Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê nêzî 1500 belavok di nava taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de belav kirin. Her wiha pankartên bi nivîsa "Jin jiyan e, jiyanê biparêze" û "Azadî bi têkoşînê çêdibe, jin têdikoşin" hatin daliqandin.
Her wiha şêwekarên jin ên ku cihê xwe di Navenda Çand û Hunera Cemîl Horo de digirin wêne li ser dîwaran xêz kirin. Nêzî 10 şêwekar tevlî çalakiya wênexêziyê bûn.