Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 13:43 19 Mijdar 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayêdan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind tê ragirti, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol bi boneya ku sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2-22’ê yê gulana 2019’an, di 12-18’ê hezîrana 2019’an û di 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin li Îmraliyê pêk anîbûn. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 23’yê îlonê de bi boneya ku Ocalan di sala 2009’an de “Nexşerêya” xwe şandine Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzeran.